Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Dibêje Danûstandinên Dawî yên Ser Agirbesta Gaza Erênî Ne


Biden
Biden

Qesira Sipî îro Înê ragihand ku danûstandinên ser agibesta Gaza yên li Qahîre erênî ne, hin pêşveçûn çêbûne û jibo lihevkirinê divê hemî alî bicivin.

Berdevkê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Kirby ji rojnamevanan re dîyar kir ku di danûstandinên berdewam de wê Dîrektorê CIA Bill Burns û Nûnerê Amerîka yê jibo Rojhilata Navîn Brett McGurk, Washingtonê temsîl bikin.

Kirby dîyar kir ku divê çekdarên Hamasê jî beşadrîyê li danûstandinan bikin ku roja Pêncşemê di danûstandinan de nûnerên Amerîka, Misir, Qatar û Îsraîlê hazir bûn, lê yên Hamasê beşdarî li danûstandinan nekirin.

‘’Em li Qahîreyê ne. Ew jî li Qahîreyê ne. Pêdivîya me beşdarbûna Hamasê heye û divê em bala xwe bidin ser hûrgilîyan.’’

Wî dîyar kir ku ewê dawîya hefteyê û di rojên pêş de ser hûrgilîyan bixebitin.

Kirby got ku nîşanên pêşî raber dikin ku danûstandinên dawî avaker in û dîyar kir ku pirtir danûstandina hatine plan kirin.

Karbidestê Amerîkî got ku nûçeyên ku dibêjin danûstandin li ber têkçûnê ne, derew in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG