Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions, ku ji alîyê senatoyê ve do hat pejirandin, îro Pêncşemê li Qesra Spî bi merasîmekê sond xwar û bi awayekî fermî dest bi karê xwe kir.
Di dengdana li Civata Senatoran de, jibo Sessions 52 senator dengê 'erê' dabû 47 jî gotibû 'na'.
Sessions berî bibe wezîr bi qasî 20 sal senatorê Alabama bû. Wezîrê nû îro xatir ji hevalên xwe yên Kongres'ê xwest.
''Ev jibo min rûmeteke mezin e. Ez hêvî dikim ku we fedîkar dernexînim. Jibo vê yekê jî çi ji dest min were ezê bikim.'' Sessions got.
Hêjayî bîrxistinê ye, Sessions di destpêkê de piştgirî dabû kempeyna Trump û ew bi nêrînên xwe yên tund yên derbarê penaberan tê nasîn.