Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Dadê ya Amerîka Dê Ji Rojnamevanan Agahîyên Çavkanîyên Wan Daxwaz Neke


Avahîya Wezareta Dadê ya Amerîka
Avahîya Wezareta Dadê ya Amerîka

Wezareta Dadê ya Amerîka îro roja Şemîyê dîyar kir ku ewê bo lêpirsîna veşandina agahîyên veşartî de êdî ji rojnamevanan agahîya çavkanîyan daxwaz neke; piştî eşkerekirinên vê dawîyê ku rêvebirîya serokê berê Donald Trump telefon û e-maîlên hejmarek rojnamevanan bi dizî wergirtibû.

CNN û Washington Post ragihandin ku rêvebirîya Trump bi dizî hewl daye ku tomarên telefonên hin rojnamevanên wan li ser xebata ku wan di 2017'an de kirinbûn, bi des bixîne.

Rojnameya New York Times jî dîyar kir ku Wezareta Dadê ya dema serokê berê Trump û ya Joe Biden de 'bi armanca bidestxistina naveroka e-maîlên çar rojnamevanên NY Timesê, şerekî dadmendî yê veşartî dimeşîne,' di navde li ser dozê fermana qedexekirina axaftina bi medyayê re jî heye.

Biden meha borî da zanîn ku ewê destûr nede Wezareta Dadê (DOJ)ku dest bide ser naveroka tomarên telefon yan e-maîlên rojnamevanan, û got ku gavek wiha dê 'rasterast tenê xelet be.'

Berdevikê Wezareta Dadê Anthony Coley di derbarê mijarê de daxuyanîyekê ragihand. de got.

Anthony Coley dîyar kir ku wezaretê niha pêyvajoya nirxandinê qedandîye da ku tevahîya bûyerên ku sazîyê bo lêpirsîna derxistina agahîyên veşartî ji rojnamevanan daxwazên mecbûrî kirine, destnîşan bike.

"Di çerçoveya fermana serok de jibo peşveçûnê, Wezareta Dadê -di pîvaneke xwe ya demdirêj de guhertineke çêkir - dê di lêpirsînên lêpirsînên veşandina agahîyên veşartî de, pêvajoya hiqûqî ya mecbûrî ya bo giheştina agahîyên çavkanîyan, jibo endamên medyayê ku karên xwe dikin neyê kar anîn," Coley got.

Trump bi medyayê re xwedî peywendîyên nakok bû, bi gelemperî li rojnamevanan û li sazîyên wan bi sedema 'nûçeyên derewîn' bi rengekî hêrs di bû û pevçûn dikir.



XS
SM
MD
LG