Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken roja Şemîyê got ku Amerîka bi tundî êrîşa çekdarî ya roja Înîyê li nêzîkî Moskowê pêk hatî ku tê de herî kêm 143 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din birîndar bûne şermezar dike.
Blinken di daxuyaniyekê de got "Em ji malbat û hezkiriyên kesên hatine kuştin û hemû kesên ku ji ber vê tawana hovane mexdûr bûne re sersaxiyê dixwazin."
Wî her wiha got, "Em terorîzmê bi hemî şêweyên wê şermezar dikin û hevxemiya xwe bi gelê Rûsyayê re parve dikîn, jiber windabûna jiyana kesan di bûyera hovane de."
Koşka Spî ji ber wê bûyerê sersaxî xwest û berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby roja Înê got, "Em hevxemiya xwe ji qurbaniyên wê êrîşa hovane re diyar dikin."
Koşka Spî got ku Amerîka di destpêka vê mehê de hişyarî da rayedarên rûsî derbarê "êrîşek terorîstî ya plankirî" ku dibe di "civînên mezin"de li Moskow'ê bike armanc.
Çend kes di encama gullereşandinê de hatin kuştin, ku hejmarek çekdaran dest bi gulle reşandinê kir, piştre agirekî mezin di salona konserê de li derdora Moskowê derket, li gorî rayedarên Rûsî "êrîşeke terorîstî ya kujer bû."
DAIŞê ragihand ku çar endamên wê "bi çekên otomat, kêr û bombeyên agirîn" êrîşek li navendeke bazirganiyê li Moskoyê pêk anîn.
Komîteya Lêkolînan ya Rûsî dibêje 11 kes hatine girtin di nava girtiyan de 4 êrîşkar hene.
Ji hejî bîrxistinê ye ku Wezareta Navxweyî ya Rûsya roja Şemiyê piştrast kir ku kesên gumanbar êrîşa li dijî salona konserê ya li taxeke Moskowê pêk anîne, ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hat girtin, "welatiyên biyanî" bûn.
Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku çar gumanbarên ku hatine girtin "welatiyên biyanî" ne bêyî ku nasnameya wan diyar bike.
Medyaya Rûsî û parlementerekî Rûsî pêştir piştrast kiribûn ku hinek ji wan gumanbaran xelkê Tacîkistanê ne.