Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington bi Sedema Alîkarîkirina Artêşa Rûsî 105 Kompanîyên Rûsî û Çînî Dike Armanc


Hikûmeta Amerîkî jiber piştgirîya wan ya îdiakirî ya ji artêşa Rûsî re, îro Înê 105 kompanîyên Rûsî û Çînî xistin nav lîsteya sînordarkirina bazirganîyê.

Ji wan şirketan 63 Rûsî û 42 jî Çînî ne û herwiha 18 ji dewletên din jî kompanî hene ku jiber sedemên wek şandina elektronîkên Amerîkî ji artêşa Rûsî re û jibo karanîna Rûsan li Ukrayna, çêkirina bi hezaran firokên bêmirov yên Şahid-136 jî hene.

Divê kompanîyên Amerîkî bi di danûstandinên xwe yên bi kompanîyên ku ketine lîsta sînordarkirinê de destûreke taybet bistînin û tenê hîngê dikarin berhemên xwe ji wan re bişînin.

Pirek ji wan kompanîyên li lîsta bazirganîya sînordarkirî hatine zêde kirin, herwiha rûbirûyê toleyeke zêdetir dibin û divê şîrketên li dervayê Amerîka jî bi danûstandinên bi wan re kompanîyan re heman destûra Amerîkî misoger bikin.

Pispor bal dikşînin ku rêvebirîya Biden bi vê biryara hewil dide ku givaştina ser wan kompanîyên pirtir bike ku piştgirî didin şerê Rûsya li Ukraynayê.

Hêjayî balkişandinê ye ku tevî hebûna toleyên Rojavayî ya xurtkirina toleyên ser Rûsyayê, raportên medyayî nîşan didin ku teknolojîya Amerîkî ya parastî hîn jî digihêje sektora berevanî ya Rûsî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG