Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Dijî Fermandarê RSF lu Sudanê Toleyên Nû Radigihîne


Çekdarên RSF (Arşîv)
Çekdarên RSF (Arşîv)

Wezareta Xezîne ya Amerîkî îro Sêşemê ragihand ku hember fermandarê Hêzên Piştgirîya Lezgîn ya Sudanî (RSF), Abdul Rahman Cuma Barkalla tole hatine danîn, bi sedema ku rola wî di binpêkirinên mafên mirovan yên li Darfura Rojava heye.

Wezareta Xezîne ya Amerîkî bi daxuyanîyekê got ku Barkalla operasyona RSF li Darfura Rojava bi rêve bir ku bi îdîayên pêbawer yên binpêkirinên xirab yên wek armancgirtina sivîlan, tundîya zayendî ya girêdayî pevçûnan û tundîya etnîkî hatibûn ragihandin.

Ev biryar piştî cezayên hefteya borî yên ji alîyê komîteyeke Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî tên ku Barkalla ceza kiribû.

"Biryara îro pabendbûna me piştrast dike ku em berpirsîyê bidin wan kesên ku hewil didin van kiryarên tund yên hovane li dijî sivîlên li Sudanê hêsan bikin," Bradley Smith, cîgirê wezîrê xezîne yê jibo terorîzm û îstixbarata darayî got.

Wî dubare kir ku Amerîka li ser bidawîkirina vê pevçûnê pêgir e. Smith bang li her du alîyan kir ku beşdarî danûstandinên aştîyê bibin û mafên bingehîn yên mirovahî yên hemî sivîlên Sudanî misoger bikin.

Şerê li Sudanê rê Ii ber pêlên tundûtûjîya etnîkî vekirîye ku bi giranî RSF tê sûcdar kirin, lê RSF red dike ku zarar dide sivîlan.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG