Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Firotina Cihê Nexweşxaneya Berê Bûye Mijara Nîqaşê


Sazîyên sivîl dixwazin ku cîhê Nexweşxaneya Dewletê ya berê li Wanê bibe park
Sazîyên sivîl dixwazin ku cîhê Nexweşxaneya Dewletê ya berê li Wanê bibe park

Şaxê Wanê ya Yekîtîya Odeyên Mîmar û Endezyaran (TMMOB) derbarê firotina cîhê Nexweşxaneya Dewletê ya berê preskonferasek li dar xist

Berdevkê TMMOB'ê yê Wanê Îskan Işik got ku cîhê Nexweşxaneya Dewletê ya berê di plana bajêr de wek seyrangehê hatibû destnîşan kirin, lê niha dixwazin wî cîhî bidin sazîya TOKÎ ya dewletê.

"Dixwazin li cîhê nexweşxaneya berê avahî û karxane ava bikin û 53 mîlyon TL'yan bifiroşin. Wan bajarekî mezin e, lê qada kesk tuneye. Em dixwazin ku ev der jibo rûniştvanên bajêr bibe parkeke mezin."

Karbidestên Wezareta Bajarvanî û Jîngehê yên li Wanê jî ji Dengê Amerîka re piştrast kirin ku ew der ji TOKÎ'yê re hatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê, ku li navenda bajer cîh digire, piştî erdheja Wanê ya sala 2011'an hilweşîbû û ji wê demê heta niha cîhê wê vala mabû.

AA_01_19_2019_Nexweşxane
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG