Li Tirkîyê serdema perwerdehîya fermî ya 2022 û 2023’an destpêkir û bi vê mebestê li Wanê 24 partî û sazîyên sîvîl xwepêşandanek dar xistin û daxwaza perwerdehîya bi zimanê Kurdî kirin.
Di xwepêşandanê de hat dîyar kirin ku ji avakirina komara Tirkîyê vir ve mîlyonan zarokên Kurd têne asimile kirin û ji hemî astên perwerdehîyê ji zimanê Kurdî bêpar tên hiştin.
Serokê şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîstî û Perwerdehîyê (EGİTİM-SEN) yê Wanê Murat Atabay dibêje ku ew mîna zimanê Tirkî dixwazin şagirt perwerda Kurdî wergirin.
“Dewleta Tirk ev 99 sal e, hatiye ava kirin û wê rojê heta îro jibo ku Kurd zimanê xwe yê dayîkê bi karbînin çî gav ne avêtîye. Zêdetir zext, qedexe kirin û tune hesibandin li ser hatiye kirin. Her sal serê serdema perwerdehîyê ev van daxwazan tînin ziman. Ji bo ku zimanê Kurdî bibe, zimanek fermî û zarokên Kurd bi zimanê dayîka xwe perwerdê bibînin.”
Piştî avakirina komara Tirkîyê ya 1923’an cara ewil wek fermî di encama hevdîtinên pêvajoya aşîtîyê de di 2012’an de, dersên Kurdî wek dersên bijartî hat qebûl kirin. li gor rêziknameya Wezareta Perwerdehîya Netewî, şagirtên ku diçin polên 5,6,7 û 8’an dikarin dersa Kurdî bijêrin û hefteyê de 2 seetan perwerda zimanê dayîka xwe hildin.
Lê, parlamantera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan İşik ku ew jî beşdarî xwepêşandanê bû û got ku jibo ku zarok dersên Kurdî nebijêrin rastî astengîyan tên.
“Belê rast e, wek dersên bijartî Kurdî li dibistanan tê dayîn. Lê, jibo ku zarokên Kurd wan dersan nebijêrin, rêvebirên dibistanan dibêjne malbatan, ‘mamoste tuneye, kes wî zimani naxwaze perwerde bibe û hewce nake ku hun bo zarokên xwe vê dersê hilbijêrin’ û bi vê yêkê astengîyan derdixin.”
İşikê anî ziman ku hikumeta Tirk, xwe we dide nişandan ku qey li hember dersên Kurdî çî astengî tune ye, lê niha di dibistanan de perwerdehîya Kurdî nayê dayîn.
Wê got ku divê mîna zimanê Tirkî di zimanê Kurdî de jî perwerdehî were dayîn.
Endamê Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî nivîskar Heval Dilbahar, got ku ew dixwazin zimanê Kurdî wek zimanek fermî di qanûna bingehîn de were pejirandin.
“Em dixwazin zimanê kurdî jî wekî zimanê Farsî, Erebî, Tirkî, Îngilîzî û mîna hemî zimanên cîhanê bibe zimanê perwerdehîyê. Gelê Kurd bi 10 mîlyonan in. Jiber vê yeke xedî mafên bingehînin ku di zimanê xwe de perwerdê bistînin.”
Dilbahar ku rohilata Tirkîyê wek bakurê Kurdistanê pênase dike, dibêje ku sed mixabin Kurdî jiber tune hesibandin û qedexeyan ji holê tê rakirin.
Wî anî ziman ku dîjî zimanê Kurdî rê û rêbazên cuda têne bikar anîn û zimanê dayîkê hatiye dorpeç kirin û tê xwestin ku di nava demê de zimanê Kurdî puç bikin.
Ji alîyê din ve Wezîrê Perwerdehîya Netewî yê Tirkîyê Mahmut Ozer parastibû ku çî astengî li hember bijartina dersên Kurdî tune ye û şagirt kîjan dersê bi xwaze dikare, bijêre.
“Li dibistanên navîn şagirtên ku serî li dersên ‘Ziman û zarava yên jînyan dikin’ (Kurdî jî di nav de) da ne. Di serdema 2021-2022’an de 20 hezar û 265 şagirtan serlêdan kirine.”
Li gor Ensutûya Kurd ya Swedê, li Tirkîyê ser jimara Kurdan nêzî 33 mîlyon e ku gelemperîya serjimara vî welatî ya bi fermî 84 mîlyon e. Li gor wikîpedîya yê, Kurdî bi 744139 peyvan di nava zimanên ku herî dewlemend de rêza 9’an de ye.
Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin: