Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan: Pêdivîya Gelê Me bi Aştîyê Heye


1’ê Îlonê, Roja Aştîyê li Wanê mîtîngekê hat pîroz kirin. Mîtîng ji alîyê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Parka Musa Anter hat darxistin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi gotinên Gandî yên "Rêya aştîyê tune, aştî bixwe rê ye" destbi axaftinê kir û got ku pêdivîya gelên Tirkîyê û Rojhilata Navîn bi aştîyê heye.

“Li ser vê ernigarîyê gelê me pir êş û berdelên mezin bo aştîye dane. Em hemî jî baş dizanin ku gelê me tim bona aştî, demokrasî û azadîyê berxedanên mezin dane. Mixabin welatê me jiber polîtîkayên şer yên îktîdara AKP û MHP’ê di nava 6-7 salan de bûye sedema krîzên mezin yên aborî, civakî û sîyasî.”

Buldan got ku jiber tunebûna rêyên çareserî û aştîyê Tirkîye her roj ber bi alîyekê ve diçe.

Wê bal kişand ser girîngiya pêvajoya dîyalogê ya sala 2013’an û got ku wê demê serdestên vî welatî ji çareserî bêtir neçareserîyê parastin.

“Emê li her qadê li dijî şer, di aştîyê de israr bikin. Jiber ku em dizanînin kesên vî welatî bi rê ve dibin, dijminê Kurdan, jin, Alevî, Ermenî û Suryanîyan in.”

Hêjayî gotinê ye ku 1’ê Îlonê li Tirkîyê wek Roja Aştîyê tê pîroz kirin û di vê rojê de civînên girseyî û bernameyên taybet tên lidarxistin.

AA_02_09_21_Roja Aştîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG