Sazîya Çand, Hûner û Lekolînan (DÎSA-DER), 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê li Wanê, bi presskonferans, panel, şahîya sitranên zarokan û şanoyê pîroz kir.
Di çarçoveya bernameya pîroz kirina Roja Zimanê Zikmakî de, DÎSA DER’ê xwest li Qada Bêşyola Wanê daxuyanîyekê lidar bixe. Lê ev çalakî ji alîyê Walîtîya Wanê ve bi hinceta “Dipe provakasyon pêk bê” hate qedexekirin. Piştî destûr nehat dayîn di avahîya komeleyê de presskonferansek hate pêkanîn. Hevserokê komeleyê Salîh Sertkal, bertek nîşanê helwesta walîtîyê da û wiha got:
“Li Tirkîyê yê niha bi dehan ziman ber bi winda bûne ve diçin. Em wek komale dibêjin ku bila tu ziman winda nebin. Lewra ziman nasnameya gelan e. Bila ziman bên jîyandîn da ku gel jî bên jîyandin.”
Piştî presskonferansê li şaxa Konferedasyona Sendîka Kedkarên Civakî (KESK) a Wanê bi beştarbûna nivîskar Îbrahîm Sungur û Aktîvîst Elîf Gemîcîoglu panel hat saz kirin.
Herî dawîyê bi bûneya roja ziman di Şanoya Mencelê de jî bernameyek hate lidarxistin. Di bernamê de zarokên ku kursên ziman ya DÎSADER’ê qedandine bi merasîmekê belge wergirtin. Berbijarên HDP’ê yên Hevşeredarîya Rêya Armûşê Şehzade Kurt û Azîm Yacan, belge dan zarokan. Piştî merasîmê zorakan stranên Kurdî lorandin. Bername bi lîstîka şanoyê ya “Zargotin Zêrgotin” bi dawî bû.