Li gor daxwuyanîya Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê, di 6’ê Berfanbarê de operasyonek leşkerî li Bajarokê Dutaxê yê Agirî yê pêk hatî lidarxistin.
Hat dîyarkirin ku 4 endamên Partîya Karkerê Kurdîstan (PKK) hatine kuştin û 5 leşkerên Tirk jî birindar bûne.
Piştî bûyere hin parlamanterên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) hez kirin xwe bi gihînin gundê Mûşîyan (Soğukpınar) ku lê pevçûn rûda bû. Lê herem jî alîye leşkerên Tirkîyê ve hatîye dorpeç kirin û nehiştin parlamanterên HDP’ê biçin, gundê Mûşîyan.
Parlamanterê HDP’ê yê Agirî Abdullah Koç, dibêje ku leşkerên Tirk nahêlin ew û rojnamevan biçin gund daku derbarê bûyerê de agahîyên rast bistînin.
“Gundîyan bi rêya telefonê ji mera got ku rûniştvanê bi navê Murat Kaya bi guleyekê hatîye kuştin. Herwiha leşkeran zarok, jin û zilamên gund bi giştî, di dibistanê de kom kirin. Ji wan gundîyan nêzî 15’ê kes hatine îşkence kirin û desteser kirin. Lê Wezareta Karê Navxweyî û Walîyê Agirî yê kuştina Kaya û işkencê qebûl nake.”
Parlamanter Koç, dibêje ku bi vê operasyonê bûyerên 1990’an de rûdayî tinê bira wan û wiha got:
“Di 1990’an de jî diketin nava gund û zîrar didan gel. Îro jî hemen rêwş heye û nahêlin em û rojnemevan bi kevin nava gund û agahîyên rast bistînin. Ev jî tê wê watayê ku tiştên ne rast li gund kirine.”