Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin û li gorî nûçeyeke herêmî ku ketine destê Reuters’ê, rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump li ser qedexekirina sefera welatiyên bi dehan welatan bo Amerîkayê difikire.
Lo gorî Reuters di planê de navê 41 welatan heye ku lîste li ser sê koman hatiye dabeşkirin, lîsta yekê welatên weke; Îran, Efxanistan, Bûtan (Bhutan), Kuba, Lîbya, Koreya Bakur, Somalîya, Sûdan, Sûriye, Venezuela û Yemen hene.
Di koma duyê de, pênc welat di nav wan de Belarus, Erîterya, Haîtî, Laos, Myanmar, Pakistan, Rûsya, Sierra Leone, Sûdana Başûr û Turkmenistan dê bi qismî rawestana vîzeyê re rû bi rû bimînin, ku bandorê li vîzayên geştyarî û xwendekarî û her weha vîzayên din yên koçberiyî jî bike.
Lê li gor lîsta New York Times ê navê 43 welatan û li gor 3 kategoriyan hatine dabeş kirin.
Hemwelatiyên van welatan dê bi tevahî ketina Amerîka neyên qedexe kirin, û geştyarên karsazên dewlemend dikarin sefera Amerîka bikin.
Koma sêyan ji 26 welatan pêk tê ku vîzeya Amerîka dê bi qismî were rawestandin heya ku hikûmetên wan "hewil nedin ku kêmasiyan di nav 60 rojan de çareser bikin."
Di lîsteyê de Angola, Antîgua û Barbûda, Benîn, Burkîna Faso, Kamboçya, Kamerûn, Cape Verde, Çad, Komara Kongo, Komara Kongoya Demokratîk, Domînîka, Gîneya Ekvatorî, Gambiya, Lîberya, Malawî, Malî, Morîtanya, St. Principe, Vanuatu û Zimbabwe.
Di lîsteyê de tê guhertin û heta niha ji aliyê rêveberiya Trump ve nehatiye pejirandin.
Her çend Rêveberiya Serok Trump ti daxuyanî ser îdia rawestinadina sefera wan ne rigihandîye, lê li gor New Yor Times lîste bo sê gategoriyên rengê So, Pirteqalî û Zer hatine destnîşan kirin.
Çavkanî: Reuters