Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çarenivîsa Çekdarên Wagner li Sûrîyê Wê Çi Be?


Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka bi dest xistîye, Rûsyayê dest bi prosesa kontrolkirina çekdarên Wagnerê li Sûrîyê kiriye.

Jêderên leşkerî yên cuda dibêjin ku tevgera çekdarên Wagnerê li Sûriyê hatiye rawestandin. Ew niha li bendê ne ku girêbestên xwe bi Wezareta Berevaniya Rûsyayê re îmze bikin, an jî divê ji Sûriyê derkevin û ber bi Belarûsê ve herin, li gor heman jêderan.

Ev pêşhat di demekê de tê çend hefteyan piştî serhildana binketî ya rêberê Wagner li dijî hikûmeta Rûsî.

Du bijare

Ehmed Rehal, generalê berê û şîrovekarê leşkerî yê Sûrî, ji Dengê Amerîka re ragihand ku tevgera çekdarên Wagnerê li Sûrîyê hatiye pûçkirin.

Rehal tekez kir ku sê efserên bingeha Himeymîmê ya leşkerê Rûsî li Sûrîyê hatine girtin û herwiha sê navendên wan li parêzgehên Hema, Şam û Dêrezorê hatine girtin. Li parêzgeha û Swêda ya başûrê Sûrîyê jî yê jî fermandarê navenda Wagnerê hat girtin.

“Du bijare li pêş Wagnerê hene: yan biçin Belarusê û bigihêjin rêberê xwe, yan jî bi Wezareta Berevanîya Rûsyayê re peymanê îmze bikin û li jêr sîwana wê kar bikin ku wek hemû endamên artêşa Rûsyayê girêdayî bingeha Himêymîm bin,” Rehal da zanîn.

Dîroka Wagner li Sûrîyê

Ligel destpêka beşdarbûna serbazî ya rasterast ji alîyê Rûsyayê ve li Sûriyê di dawîya Îlona 2015’an de, koma çekdarên Wagnerê derbazî Sûrîyê bûne.

Li gor lêkoleran, erkên çekdarên Wagnerê li Sûrîyê ew bû ku beşdarî şerê bejahî li tenişt artêşa rejîma Sûriyê bin û parastina zevîyên petrolê yên jêr kontrola hêzên Rûsya û rejîmê bikin.

Silêman Ilyas, Rêvebirê Navenda Firatê ya Lêkolînan û pisporê karûbarên Rûsyayê, ji Dengê Amerîka re got ku “Hêzên Wagner bi temamî ne serbixwe ne, ew wek kompanyayeke taybet li jêr sîbera îstixbarata giştî ya Rûsî kar dikin û li Sûrîyê li kêleka hêzên rejîmê li ser erdê li gelek deveran tevdigerin. Wezareta berevanîya Rûsî dikare wan kontrol bike.”

5000 çekdar li Sûrîyê

Li gor raportan, hejmara çekdarên Wagnerê li Sûrîyê yên ne Sûrî zêdetirî 2000 çekdar e ku piranîya wan ji welatên Yekîtîya Sovyeta berê ne.

Ji bilî wan jî, zêdetirî 3000 welatîyên Sûrî ji aliyê Wagnerê ve hatine çekdar kirin û li jêr fermandarîya wê li hundir û derveyî Sûrîyê şer dikin.

Çekdarên Wagnerê li naveçeyên parêzgeha Humsê, çolistana Şamê, başûrê çemê Firatê li milê Dêrezorê, bakurê Hema, Heleb û Lazqiyê û hinek deverên din yên Sûrîyê belav dibin.

Tê zanîn ku hejmareke endamên Wagnerê li firokxaneya Qamişlo jî hatine bicîh kirin.

Di Sibata 2018’an de, Wagner li rastî têkçûneke mezin hat dema hewla dabû derbazî hêla çemê Firatê li nêzîk kargeha xazê ya Konîko bibe. Ew dever jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û koalisyona navnetewî ye. Di encama wê hewldanê de çekdarên Wagner rastî êrîşeke esmanî hatin, tê de nêzîkî hejmareke mezin ya çekdarên wê hatin kuştin.

ZO_07_03_2023_Wagner_Syria
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00
XS
SM
MD
LG