Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kampa Waşûkanî ya Rojava Karantîna Korona Hat Ragihandin


Kampa Waşûkanî
Kampa Waşûkanî

Piştî belavbûna koronayê li nava kampa Waşûkanî Rêvebirîya Xweser qedexeya çûn û hatinê ragihand.

Rêvebira kampê Stêr Reşik dîyar kir ku piştî têkilîyên wan bi Heyva Sor a Kurd û Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê re biryara qedexeyê hat ayîn.

Reşik da zanîn ku qedexe dê ji 11’ê vê mehê heya 24’ê heman mehê bidome.

“Test ji malbatan re hatin çêkirin û hate dîtin ku yek ji wan testan poztîf e û niha ew kes li nexweşxanê ye. Me malbata wî jî xiste cihê karantînê û çûna derve, û kombûnan qedexe kirin.”​

Yek ji koçberên ku li kampê dimîne, Mihemed Elelî dibêje ku xweparastin li nava kampê pir dijwar e.

Karbidestên saxlemîyê didine zanîn ku heta niha 7448 pêketina koronayê li ser asta bakurê Sûrîyê çêbûne û ji wan 227 kes jîyana xwe ji dest dan û 1072 kes jî qenc bûne.

ZO_12_14_2020_Waşokanî_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

XS
SM
MD
LG