Sê mûşekên katyoşa bi balyozxana Amerîkî li Bexdayê ketin û kesek birîndar kir. Wezareta derve ya Amerîkî ji hikumeta Îraqê xwest kû berpisyar be li hember parastina navendên dîplomatîk.
Dr. Viyan Sabri, seroka lîsta Partî Demokratî Kurdistan di perlemanê Îraqê de gote Dengê Amerîka-VOA, komelên wan êrîşa dikin naskirîne û berjewendiyên Îraqê berçav nagirin. Dr. Viyan got jî, divêt hikumeta Îraqê xwe dûrbêxe ji van renge milîşa û nakokiyên herêmê.