Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Viyan Mayî: Kurdistan Studîoka Mezin e jibo Filmsazîyê


Viyan Mayî: Kurdistan Studîoka Mezin e jibo Filmsazîyê
Viyan Mayî: Kurdistan Studîoka Mezin e jibo Filmsazîyê

Berpirsa rêveberiya Sînemayê li Duhokê Xanim Viyan Mayî hîvî xwest ku hewlên wê bo avakirina holeka sînemê li Duhokê serbikevin. Wê gote Bernama Ferheng û Torê Kurdî, Kurdistan studîoyeka mezine jibo filmsazîyê.

Xani Viyan Mayî sala 1960 ê li gundê Mayê devera Badînan hatîye jîyanê. Ssla 1993 an bi malbatî çû welatê Swêdê li wêrê gelek delîve bo hatin ku di bwarên cuda cuda da bixwênît û xwe pêsh bêxît, yek ji wan ragehandin û filmsazî ku piştî vegera wê bo Kurdistanê dawiya sala 2004 ê, wê hemî hewil daye ku di vî warî de kar bikit. Xanim Viyan heta niha çend filîm deyna ne, yek ji wan filmê Kevoka Spî ku li astê cihanî belav bûye û dinav civaka kurdî cihê xwe girtîye. Van dawîyan Xanim Viyan filîmek ji kevne stiraneka kilasîk derhênaya bi navê Doz ku 80 deqîqe ye.

Jibo guhdarî kirina bernama Ferheng û Torê Kurdî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG