Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR û HSD Dibêjin Çekdarên Girêdayê Tirkîyê bi Êrîşan Agirbestê Binpê Dikin


Dîmeneke çekdarên Artêşa Netewî ya Sûrîyê (SNA) ya cihadî ku Tirkîyê piştgirîya wan dike. (Arşîv)
Dîmeneke çekdarên Artêşa Netewî ya Sûrîyê (SNA) ya cihadî ku Tirkîyê piştgirîya wan dike. (Arşîv)

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê roja Çarşemê ragihand ku tevî hewlên kêmkirina rageşîyê yên Amerîka, li Kobanê, bendava Tişrîn û Eyn Îsa êrîşên artêşa Tirkîyê û çekdarên girêdayê wê didomin.

Navenda medya ya HSD’ê di daxuyanîyeke de dîyar kir ku sibeha Çarşemê, komên çekdar bi piştgiriya esmanî û bejahî ya artêşa Tirkîyê, li ser herêma Bendava Tişrînê, li nêzî bajarê Kobanê dest bi êrîşeke berfireh kirine.

Di daxuyanîyeke cuda ya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê de ku girêdayê HSD’ê ye hat gotin ku piştî pevçûnên dijwar, êrîşên li ser bendava Tişrîn ya dikeve başûrê rojhilatê Minbicê bi awayekî serketî hatine şikandin.

“Di encamê de hêên wan, 37 çete berteref kirin, gelek çete jî birîndar bûn û gelek wesayîtên leşkerî hatin rûxandin,” Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê got.

Meclîsê bal kişand ku hêzên wê niha li derdora bendava Tişrînê û derdorê dest bi operasyona paqijkirinê kirine ku hê jî didome.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî piştrast kir ku çekdarên girêdayî Tirkîyê êrîşêî heremên niştecihbûnê li bendava Tişrîn li nêzî bajarê Kobanî kirine, bi piştgirîya dronên keşfê yên Tirîyê.

SOHR got ku di encama pevçûnên bi çekên giran de, herî kêm 21 endamên komên çekdar yên girêdayê Tirkîyê hatine kuştin

Çavderîyê herwiha got ku HSD dronekî bi navê “Bayraktar” ya Tirkîyê jî li herêmê xistîye xwarê.

Di daxuyanîyeke cuda de jî SOHR dîyar kir ku serê sibeha roja Çarşemê dronekî Tirkîyê radyoya “Kobanê FM” li Telat Berkal ya bajarê Kobanê kir armanc û ziyanên madî çêbûne.

“Lê derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin, “ SOHR got.

Artêşa Tirkîyê û komên çekdar yên li wê heremê li ser van bûyerana heya niha ti daxuyanî nedane.

Hêjayê gotinî ye ye ku ev êrîşana tevî agirbesta bi navbeynkarîya Amerîka di navbera HSD’ê û hêzên Tirkîyê de pêk tên.

Ji destpêka 2024an ve, ji alîyê dronên Tirkîyê ve bi giştî 208 êrîşên esmanî cihên cuda yên heremên di bin kontrola Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (AANES) de pêk hatine, li gor ragihanidna SOHR’ê.

“Di van êrîşan de 91 kes hatin kuştin, ku ji wan 21 sivîl in û di nav de 6 jin û 5 zarok hene,“ SOHR got.

Jêder: SOHR, Daxuyanîyên HSDê

XS
SM
MD
LG