Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn û Misir Ser Pêşvebirina Aştîya li Rojhilata Navîn Hevbîr Dibin


(Arşîv)
(Arşîv)

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi got ku Pekîn bi Misirê re hevbîr bûye ku her du welat jibo aramîya li Rojhilata Navîn aştî û danûstandinan pêşve bibin.

Wang roja Înê li Pekînê di dema hevdîtina bi hevtayê xwe yê Misirî Bedr Abdelatty re, ev daxuyanî da.

Wî got ku her du welat jiber rewşa niha ya Sûrîyê xembar in, û bang kir ku rêz li serwerî, serxwebûn û yekperçetiya axa Sûrîyê re were girtin.

Di 8’ê Berfanbarê de, di encama êrîşeke nişkeveyî ya serhildayên bi pêşengîya koma cihadî Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ), kontrola paytext Şamê bi dest xistibû û Beşar Esad neçar mabû ku bireve Rûsyayê.

Ebdelatî got ku wî û Wang li ser giringiya "pêvajoyeke sîyasî ya berfireh li Sûrîyê û rêvebirina qonaxeke veguhêz ku ti kesî li derve nahêle û cihêrengîya mezhebî, olî, etnîkî û nijadî li Sûrî yê nîşan dide" gotûbêj kirine.

Wang her wiha got ku Çîn û Misir pêşwazîya peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de dikin û hêvî dikin ku peyman bi awayekî bi bandor were cîhkirin.

Dîplomatê payebilind yê Çînî got ku pêdivî ye ku "çarçoveyeke ewlekarîya Rojhilata Navîn ya domdar û nû were damezirandin" û herwiha li ser domandina lihevhatina navbera Erebistana Saudî û Îranê gotûbêj kirine

Erebistana Saudî û Îranê di 2023’an de bi navbeynkarîya Çînê têkilîyên xwe jinûve dabûn destpê kirin.

Lê, di raportê hûrgilîyên çarçoveya pêşnîyara Çînê nehat eşkere kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG