Îro Roja Leşkerên Dêrîn e ku di vê rojê de jin û mêrên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine, tên bi bîranîn.
Di vê roja bêhnvedana federalî de ku ji sala 1918ê vir ve tê pîroz kirin, gelek bernameyên taybet tên darxistin û fêdakarîya jin û mêrên Amerîkî tên bal kişandin.
Di vê rojê de, xwaringeh û firşoşgehên li seranser Amerîka yan bi belaşî û yan jî buhayekî erzan xizmet didin leşkerên dêrîn û gazîyên Amerîkî û malbatên wan.
Di merasîmeke taybet ya bîranîna vê rojê de, Serok Barack Obama de li Goristana Netewî ya Arlingtonê serdana Gora Leşkerê Nenas (Tomb of the Unknown) bike û guldesteyek deyne ser gorê.
Hêjayî balkişandinê ye, di Roja Leşkerên Dêrîn de gelek programên taybet yên wek film, konsert û rêdeçûn li seranser Amerîka bêne kirin.