Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Venezuelayê Xwepêşandanên Ser Encamên Hilbijartina Seroktîyê Didomin


Dîmenek ji xwepêşandanên opozîsyona siyasî ya li Venezuela, 17 Tebax, 2024
Dîmenek ji xwepêşandanên opozîsyona siyasî ya li Venezuela, 17 Tebax, 2024

Opozîsyona siyasî ya Venezuela û alîgirên wê îro Şemiyê li seranserî welêt daketin kolanan, da ku serketina eşkere û berbiçav ya berbijarê wan di hilbijartina seroktîyê ku nêzî sê hefte berê pêk hatibû, were qebûlkirin.

Li paytext Carakasê û li bajarên din yên seranserî welêt bi hezaran Venezuelayî li kolanan xwepêşandan darxistin.

Opozîsyona siyasî ya Venezuela dibêje ku Serok Nicolas Maduro di hilbijartina 28’ê Tîrmehê de sextekarî kiriye û divê berbijarê wê Edmundo Gonzalez bibe serokê welêt.

Dezgeha hilbijartinê ya welêt, dibêje ku Serok Nicolas Maduro di hilbijartina 28’ê Tîrmehê de, bi nêzî ji sedî %52 dengan, serdema sêyemîn ya seroktîya qezenc kiriye.

Lê opozîsyon, ya bi seroktiya parlamentera berê Maria Corina Machado, dibêje encamên ku Dezgeha hilbijartinê ragihandine ne rast in.

Herwîha opozîsyonê encamên ji sedî 83 jimareyên makîneyên hilbijartinê belav kiriye ku nîşan didin ku berbijarê wê Edmundo Gonzalez ji sedî 67 piştgirîya dengdaran wergirtîye.

Hilbijartina nakokbar Venezuela xistiye nava qeyraneke siyasî û tepeserkirina hikûmetê li ser xwepêşanderan li kolanan; heya niha herî kêm 2400 kes hatine desteserkirin û pevçûnên girêdayê xwepêşandanan jî bûne sedema mirina 23 kesan.

Civaka navneteweyî jibo çareserîya vê qeyranê çend pêşnîyaran pêşkêşî desthilatdarîya Maduro dike, ku di nav de darxstina dengdaneke nû jî heye. Lê piraniya wan ji hêla partîya Maduro û opozîsyonê ve hatine redkirin.

Gelek welatên Rojavayî banga hilweşandina tam ya encaman dikin, lê Rûsya, Çîn û yên din serkefina Maduro pîroz dikin.

Washington û welatên din yên Rojavayî jî helwesta Maduro şermezar dikin û dibêjin wî şertên peymana hilbijartineke serbixwe û dadmend bicih neanîye û di encaman de sextekarî kiriye.

Serokê Panamayê ragihand ku, serokên Amerîkaya Latîn wê dawîya vê hefteyê li ser qeyranê gotûbêj bikin, dema ku gelek ji wan li Komara Domînîk in, jibo beşdarbûna sondxwarina serokê nû yê wî welatî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG