Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela Dibêje Droneke Kolombîya Dema Serdana Fermanderekî Amerîkî Derbazî Esmanê Wê Bûye


Venezuela ragihand ku dema fermanderekî Amerîkî serdana Kolombîya kiriye, droneke wî welatî ‘’wek gefeke eşkere’’ derbazî esmanê wê bûye.

General Vladimir Padrino da zanîn ku drona Kolombîya roja Duşemê li dû nîvro, li ser esmanê Zulia ya li sînor firîye.

Padrino ji hesabê Twitterê yê ya Wezareta Berevanîyê got dron dema fermanderê Amerîkî Craig Faller ‘’qaşo bo hevkarîya ewlekarîyê’’ serdana Kolombîya hatiye firandin û îdia kir ku ew ne lêrasthatin e.

Hêzên Esmanî yên Kolombîya û Wezareta Derve ya Amerîka hîn ti daxuyanîya fermî belav nekiriye.

Serokê Venezuela Nicolas Maduro jiber danûstandinên rikeberîya welêt û Serokê Kolombîya Ivan Duque, di sala 2019’an de bi Kolombîya re peywendîyên dîplomatîk qut kiribûn û dîplomatên wî welatî dersînor kiribûn.

Amerîka toleyên berfireh yên dijî Venezuela yên bo hilweşandina desthilata Maduro didomîne.

XS
SM
MD
LG