Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz Axiftinên DJ Vance Red Dike


German Chancellor Olaf Scholz gives a speech during the 61st Munich Security Conference (MSC) in Munich, southern Germany on February 15, 2025. (Photo by THOMAS KIENZLE / AFP)
German Chancellor Olaf Scholz gives a speech during the 61st Munich Security Conference (MSC) in Munich, southern Germany on February 15, 2025. (Photo by THOMAS KIENZLE / AFP)

Piştî Axaftina Vance, Serokwezîrê Almanya Scholz dibêje, 'Destwerdana derve' di demokrasiya Almanyayê de nayê qebûl kirin.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz roja Şemiyê got ku Almanya "destwerdana derve di demokrasiya me de" red dike.

Ev berteka Almanya rojekê piştî ku Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance hat, ku di axiftineke xwe de li bajarê (Munix) Munich, desthilata Almanya û Yekîtiya Ewrupa rexne kirbûn.

Scholz, ku di 23'ê Sibatê de rûbirûyê hilbijartinan dibe, li Munich'ê peyivî ku Vance roja Îniyê li dijî Almanya û Yekîtiya Ewropî li ser koçberî, azadiya ramanê û mijarên din axiftinek kirbû, ku piştre Serokê Amerîka Donald Trump pesina wê dabû.

Vance her weha bi Alice Weidel, berbijara sereke ya partiya rastgir a Alternatîf ji bo Almanya (AfD) re kom bû, ku di heman demê de piştgiriyek xurt ji milyarder Elon Musk digire.

Scholz di Konferansa Ewlekariyê ya Munich'ê de axivî û gotinên Vance red kirin û tabûya Almanyayê ya li hember hevkariya bi partiyên tundrê re parast, ku pir caran jê re "Dîwarê parastinê " tê gotin.

JD Vance Cîgirê Serokê Amerîka li Munich
JD Vance Cîgirê Serokê Amerîka li Munich

Scholz got, "Em qebûl nakin kesên ji derve mudaxeleyî demokrasiya me, hilbijartinên me bikin. Ew tiştek ne layîqe bi taybet di nava heval û hevalbendan de."

Herwiha Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî piştî axaftina Vance parastina polîtîkayên Ewropayê kir.

Barrot li ser hesaba xwe ya X'ê got, "Azadiya derbirînê li Ewropayê garantî ye".

Wezîrê Fransî dîsa got: "Tu kes ne mecbûr e modela me bipejirîne, lê kes nikare modela xwe li ser me ferz bike."

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG