Hevberbijarê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan roja Înê wek Serokê Bajarvanîya Mezin yê Wanê dest bi kar kir, piştî bertekên xurt û çalakîyên li kolanan yên bi rojan.
Gelek şîrovekar û pisporên siyasî vê pêyvajoya ser bajarvanîya Zeydan li Wanê wek mînak yan tecrubeyek nû ya girîng dinirxînin; di warên wek piştgirîya opozîsyonê û bandora protestoyên demokratîk ser paşgavêtina hikûmetê.
Yek ji wan jî Dr. Yektan Turkyilmaz e, ku li Zanîngeha Ewropaya Navîn (CEU) ya li Vîyana dersên tundîya kolektîf, afirîna bîrê, lihevhatinê dide, dema ku sîyaseta heremên Kurdan ji nêz ve dişopîne û şîrove dike.
Dr. Turkyilmaz dibêje ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar ya serok Recep Tayyîp Erdogan, li Wanê hewldaye ku “rejîma xwe ya qayyûman” ser bajarên Kurdan bi rêkekî nû bide berdewamkirin.
Şîrovekar Turkyilmaz dinirxîne ku ew hewla AK Partîya Erdogan bo niha hatiye têkbirin, bi saya xwedîderketina dengderên HDP/DEM’ê; ku di 9 salên dawî de bi asteke nedîtî ji Zeydan re piştgirî nîşan dan û bi protestoyên her ku diçû zêde û belav dibûn ew hembez kirin, tevî tundî û astengîyan polîsan jî.
“Bi her awayî, di hewla yekê ya pêla nû ya domandina qayyûman de, li Wanê berxwedaneke xurt derket holê. Dengderên Protesto li gelek bajarên wek Amed, Colemêrg, Îdir, Edene û Stenbolê jî destpêkirin. Raya giştî ya Kurd bertekên pir xurt nîşan dan. DEM Partî jî bi biryardarî pêşengî kir, “ Dr. Turkyilmaz ji Dengê Amerîka re got.
Abdullah Zeydan di 31’ê Adarê de li Wanê ji sedî 55.4 deng bidest xistin û mafê bajarvanîyê qezenc kir. Lê, rojekê piştî hilbijartinan Lîjneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) mazbata Zeydan betal kir ku bajarvanîya wî ji dest hat girtin.
Hat gotin ku Wezareta Dadê 2 roj berîya hilbijartînê dijî mafê berbijarbûnê yê Zeydan serî li YSK’ê daye. YSK mazbata da berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Abdulahat Arvas, yê ku li dû Zeydan, jî sedî 27.1 deng wergitibûn.
DEM Partîyê biryara YSKê wek destdayîna ser vîna dengderên Kurd bi nav kir û banga protestoyan kir, digel ku dijî biryarê jî serî li lîjneyê da.
Piştî banga DEM’ê li Wanê û li gelek bajarên Kurdan qelebalixîyên girse daketin kolanan da ku betalkirina bajarvanîya Zeydan şermezar bikin.
Polîsan protestoyên Zeydan û alîgirên DEM’ê bi karanîna gazê û rêkên din asteng kirin, li Wanê û bajarên din bi dehan kes desteser kirin.
Walîtîya Wanê jibo 15 rojan hemî kombûn û çalakîyên li bajêr qedexe kiribûn.
Lê, YSK roja Çarşemê bi biryareke nû bajarvanîya Zeydan bi rengekî fermi jinûve pejirand ku alozîyên li kolanan vegerand şahîyan.
Lêkolînerê Zanîngeha Deîsburg - Essen li Almanya Dr. Adnan Çelîk jî bawer dike ku dibêje hikûmetê jiber ku protestêyên dengdaran bajarvanîya Zeydan herî dawî qebûl kiriye.
“Protestêyên demokratîk ku bi rojan bênavber berdewam kirin, di nava karbidestên AK Partîyê fîkar çekirin ku wê li serenserê Tirkîyê belav bibin û bo niha ew ne amade bûn ku çawa bersîvê bidin,“ Dr. Çelîk ji Dengê Amerîka re got.
Dr. Adnan Çelîk bawer dike ku protestoyên dengderên Kurd têgêhiştineke gelemperî ya li Rojavayê Tirkîyê jî diguherîne
“Gotarek giştî ya sîyasetvanên li Rojavayê Tirkîyê ye ku wateya derketinan kolanan bê wate ye yan ne encamdar e, loma raya giştî bi piranî dijî binpekirinên pir eşkere bêdeng dimîne. Lê, serketina Wanê vê nêzikatîyê diguherîne, “ Dr. Çelîk got.
Partîyê hevdem ji opozîsyona Tirkîyê, siyasetvanên biyanî û sazîyên mafan jî daxwaza piştvanîyê kir.
Dr. Yektan Turkyilmaz piştgirîya demûdest ya opozîsyona Tirkîyê jî di paşde dayîna bajarvanîya Zeydan de, wek sedemek girîng dibîne.
“Raya giştî ya Tirkyê li hemberî binpêkirinên ser Kurdan bertekên nedîtî nîşan dan. CHP’ê şandeyek şand Wanê, Serokê TÎP’ê jî jibo piştvanîyê çû Wanê, “Dr. Turkyilmaz got.
Şîrovakar Turkyilmaz sedema piştvanîya balkêş ya opozîsyonê jî bi helwesta dengderên Kurd yên hilbijartinên Yekşemê rave dike.
“CHP’ê bajarvanîyên gelek hereman, bi saya stratejîya DEM Partîyê ya piştgirîya dengderên Kurd, dîsa qezenc kir û hêza AK Partîya Erdogan lawaz kir. Loma,
CHP bû partîya yekê û tirsa AKP’ê li ser opozîsyonê hinek şikya, ku wê jiber piştvanîya bi DEM’ê bi terorê werin tawanbar kirin,“ wî got.
Sazîyên hiqûqzan û mafan jî bi daxûyanî û çalakîyan jibo Zeydan pîştgirîya xwe dîyar kirin.
Di asta navneteweyî de jî gelek sazîyên mafan, partî û sîyasetvanan jî bang li Tirkîyê kirin ku rêz li vîna dengderên Kurd were girtin û nabe ku bajarvanîya Zeydan were asteng kirin.
Dr. Çelîk jî dîyar dike ku AK Partî mecbûr maye ku bajarvanîya Zeydan qebûl bike.
“Ew neçar man ku paşde gav bavêjin. Ger AKP’ê digel bertekên raya giştî yên ewqas berfireh, xurt û cîhareng destdayîna vîna gel bi « à la kayyım » (qayyuman) bidomîne, wê pêwîst be ku ser rejîma Apartheid bi zimaneke din ya siyasetê were axaftin, “ Dr. Çelîk got.
Lêkolînerê CEU, Dr. Turkyilmaz bawer dike ku sê encamên pir girîng yên tecrubeya Wanê hene.
“Yek stratejiya nû ya rejîmê ne tenê li ser sindoqan, lê hevdem di pêkanîna yekê ya li ser erdê jî têk çû. Ya dudya, hate dîtin ku di hawirdora heyî de, pêkanîna polîtîkaya qayyûman wê mîna demên berê hêsan nebe. Ya sêyê, bi serkatina li Wanê, serrastkirina siyaseta krîmînalîzekirina dijî DEM Partîyê ku pir bi bandor dihat meşandin û opozîsyonê qebûl dikir, birînek pir dijwar wergirt ku serrastkirina wê gelek zahmet e, “ wî got.
Yuksel Genç ku Berpirsa Navenda Lêkolînên Qada Sosyopolîtîk (SAMER) yê jî dîyar dike ku di nav aktorên hikûmeta Erdogan de, li ser siyaseta Kurdan hevbîrnebûn derketîye û girîng e ku bûyara Wanê jî vê nîşan dide.
“ Hikûmeteke hevpeymanî ye, tê gelek aktorên cuda hene. Piştî encaman hin dibêjin divê em siyaseta piçek nerm bikin, ger em ya tund heyî bidomînin wê piştgirîya Kurdan ya CHP’ ê li bajarên Rojava mezin bibe û emê heremê jî bi tevahî winda bikin. Hin jî dibêjin ku hînde eqera qezenckirina dengderên Kurd nemaye û loma jî divê em tundîyê, givaştinê û alozîyê domdar bikin, “ Genç ji Dengê Amerîka re got.
Genç bi van sêdeman bawer dike ku xeterîya erkdar kirina qayyûman li heremê hîn jî didome.
“ Di deh rojên pêş de, wê siyaseta qayyûman ya hikûmetê zelal bibe. Tevî ku Enqere piştî tecrubeya xwe ya li Wanê dizane ku wê ne hesan bê û haydar e ku wê heza çalakîyê ya dengderan li kolanan dîsa dîyarker be jî, “
Hêjayê balkişandinê ye ku DEM Partî tevahîya 14 bajarvanîyên Wanê bi dest xistiye, ku li Tirkîyê tekane bajar e ku di destê yek partîyekê de ye.