Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Amerîka Îro Pêdaçûna Ser Fermanên Vaksinlêdanê Dike


Dadgeha Bilind ya Amerîka
Dadgeha Bilind ya Amerîka

Dadgeha Bilind ya Amerîka, li ber e îro Înê dijî du biryarên ser vaksînlêdana COVID-19 ya rêvebirîya Serok Joe Biden guhdar bike, ku ji alîyê sazîyên hikûmetê hatine ragihandin.

Fermanên ku wê werin nirxandin ji hêla Rêvebirîya Ewlehî û Saxlemîya Kar (OSHA) û Navendên Xizmetên Parastina Saxlemîyê (Medicare) û Alîkarîya Saxlemîyê (CMS) ve hatine weşandin.

Biryara OSHA jibo kargehên bi 100 yan zêdetir xebatkaran mecbûr dike ku xebatkarên wan bi tevahî vaksînkirî bin, yan jî her heftê xwe dijî COVID-19 test bikin.

CMS jî bo xebatkarên li sazîyên lênêrîna saxlemîyê, yên ku dirav ji Medicare û Medicaid yên federalî qebûl dikin, mecbûr dike ku xebatkarên wan bi tevahî vaksînkirî bin.

Lê, hin xebatkarên wan sazîyan bi dîyarkirina bawerîyên xwe yên olî dikarin xwe li dervayê vê fermanê bigirin.

Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki di daxuyanîyekê de got ku ev biryar bo bersîva COVID-19 ya gel irîng in.

Eyaletên bi pêşengîya Komarîyan û hevalbendîyeke karsaz û komên olî jiber naveroka berfereh û bandorên ser kompanî û karkeran, dijî wan fermanan serî li dadgehan dixin.

Lê, ev biryarana ji hêla Komela Bijîşkî ya Amerîka û Komela Saxlemîya Giştî ya Amerîkî û hejmareke karbidestên saxlemîyê yên berê yên federal ve hatine pejirandin.

Piştî ku gelek dadgehên xwecîhî derbarê serlêdanên dijî fermanan de biryarên cuda girtin, ew kêşe ji Dadgeha Bilind re tê pêşkeşkirin ku biryara dawî bide.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha li Amerîka bi mîlyonan kes bi nexweşîya COVID -19 ketine û zêdetirî 800.000 kes jî jiber wê nexweşîyê mirine.

XS
SM
MD
LG