Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) di meha Nîsana borî de ragihandibû ku 900 hezar vaksîna kovîd – 19 dê bidin Sûrîyê.
Tevî ku bêtir ji 256 hezar vaksîn bi rêya bernameya Covax gihiştine herêmên hikûmeta Şamê û yên bin kontrola Tirkîyê de, hîn ti vaksîn negihiştine hêrêmên Rêvebirîya Xweser.
Hevserokê Desteya Tendirustîyê yê Herêma Efrînê Dr. Mihemed Nûr Şebab ji Dengê Amerîka re got ku biryarbû 10% vaksîn jibo herêmên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê were şandin.
“Ti vaksîn hîn negihiştiye kantona Şehba ku derbiderên Efrînê lê dimînin, têkilîyên Rêvebirîya Xweser di vê çarçovayê de hene, eger vaksîn bighêje me, pêşî kadroyên tendirustîyê û kesên temen mezin dê wergirin,” Dr. Şebab got.
Wî di derbarê belavbûna vîrusa korona de got ku pêla sisêyan ya vîrusê li Sûrîyê belav bûye.
"Tiştê baş ew e ku hîn ev pêl negiheştiye Şehba, ku tûşbûn tenê bi pêla duyê ji vîrusê hene”.
Dr. Şebab bi berdewamî got ku ewê di tedbîr û bergirîyên xwe de berdewam bin.
"Emê girîngîyê bidin hişyarkirina şênî jibo rêbazên xweparastinê, çimkî rewşa saxlemîyê li deverê lawaz e û destek ji alîyê rêxistinên têkildar ve kêm tê dayîn."