Roja Sêşemê Enstîtûya Amerîkî jibo Aştiyê UPIS panelek onlayn bo hejmarek dîploatên Îraqî û Amerîkî rêxist da ku astengiyên di rêka Îraqê de gotûbêj bikin piştî borîna 18 salan bi ser guherandina rejîma Îraqê de li bihara sala 2003ê bi serokatiya Amerîka û kanê rewşa Îraqê di dema rêvebiriya Joe Biden de dê çawan be.
Di dema ku Îraq ahengan li bîranîna salvegera 18an ya şerê li dij rejîma Sedam Husên encam dide, ku bi serokatiya Amerîka rejîma berê hatbû rûxandin, lê heta nuha aramî li welatî bi şêweke baş pêk nehatiye û astengiyên cidî hene. Astengîdom dikin di dema ku berê wî welatî li rêveberiya nû ya Amerîka bi serokatiya Jo Biden e, kanê ewê bikarin çi alîkarî bidin Îraqê û wî welatî siberojeke çawan hebe.
Panela ku Enstîtûya Amerîkî Bo Aştiyê li Washington rêxistbû 3 dîplomat beşdarbûn.
Balyozê Amerîka li Îraqê birêz Matthew Tueller, balyozê Îraqê li Washington birêz Fareed Yasseen û Nûnera Herêma Kurdistana Îraqê li Washington birêz Bayan Sami Abdul Rahman.
Panêl bi peva vekirinê ji aliyê Seroka Enstîtûya Aştiyê xanim Lise Grande hat destpêkirin û bixêr hatina mêhvanan kir û bal kişand ser giringiya vê panelê di di vê dema kirîtîk ya rewşa Îraqê de.
Panel ji aliyê Sarhang Hamasaeed Rêvebirê Bernama Rojhilata Navîn yê Entîtûya Amerîkî jibo Aştiyê hat birêvebirin û pêşkeş kirin.
Pêşî balyozê Amerîka li Îraqê Matthew Tueller axift û cejna Newrozê pîroz kir û berhsa astengiyên herî zelal yên niha li pêşiya Îraqê hene behis kirin. Balyoz Matthew Tueller got berî çend rojan me bîranîna salvegera 33an ya Helebce li bîranî ku demên trajîdîk û nexweş bûn welatiyên Helebce bi çekên hikûmeta berê ya Îraqê hatine kuştin.
Balyozê Amerîka di warê aborî, ewlekarî, mafên mirov, guhertinên klîmayê û pandemiya COVID 19 ku astengiyên herî diyarin li hember Îraqê û cîhanê behis kirin.
Balyoz da zanîn ku serok Biden gelek giringiyê dide pirsên mafên mirov, şerê li dij DAIŞê û terorê, guhertina klîmayê û çareseriyên pandemiya vîrusa korona.
Herwiha got ku çendî ji wan bihê ewê nehêlin bandora welatên dewrûber li ser Îraqê hebe.
Di beşekî axiftinên xwe de balyoz Matthew Tueller bal kişand ser êrîşên mûşekan yên grûpên çekdar û mliîtanên aligirên Îranê yên weke Ketayîb Hizbullah û Ketayîb Seydul Şuhadaa ku çendîn car in, li Îraqê tên encam dan û bingehên leşkerê Amerîkî û herwiha vê dawiyê bajarê Hewlêr jî aramnc girtbû.
Balyoz got Amerîka dê pêgiriyê bi alîkariya Îraqê bike di warê şerê gendeliyê, rêformên aborî, pandemîya vîrusa korona, parastina jîngeh û klîmayê, rahênan û perwerdeya hêzên leşkerê Îraqê û hêzên Pêşmerge de, da ku bikarin xwe biparêzin û tenhaiyê li Îraqê pêş bêxin.
Herwiha Balyozê Amerîka bal kişan ser serdana dîrokî ya Papa Francis û bandor wê li ser aştiya navxweyî û girngî dan bi kemaniyên olî û etnîkî li Îraqê, wî got hemû sinorên weke tirsa pandemiyê, rewşa ewlekariyê derbaz kirin da ku peyama aştî û pêkve jiyanê li herêmê belav bike.
Balyoz pesina pêşwaziya dîrokî ya papa da bo Îraqê giringiya peyama hatina wî behs kir û bal kişand ser pêşwaziya giring ya papa li Nejef, li Ur û li yarîgeha Franso Harîrî li Hewlêr.
Baloz di axiftina xwe de bi girngî behsa hilbijartinên Îraqê yên pêşwext kir û got ku ew bi hêvîne hilbijartinên dadwerane bihên kirin û nakokiyên heyî nemînin.
Di panelê de herwiha Balyozê Îraqê li Washington Fareed Yasseen axifî û got ku ew pêşî spasiya Amerîka dikin jibo alîkariya di her warî de bi taybet di warê ewlekariyê de û şerê li dij DAIŞê û şkandina wê rêxistinê li Îraqê, Yaseen got ku ew bi hêvîne Amerîka berdewam piştevaniyê bide wan jiber ku şaneyên nivistî yên DAIŞê li Îraqê hene.
Yaseen got, hêvîya wan bi rêveberiya serok Biden heye ku di warî dîplomasî de alîkar be ku rewşa Îraqê tena û stabîl bibe û serweriya wê parastî be.
Yaseen got ku tiştê wan ne rihet dike nakokiyên Amerîka û Îranê ne li herêmê, herwiha da zanîn ku di warê rêformên aborî de û pêşxistina hêzên ewlekariyê pêwîstiya wan bi alîkariya Amerîka heye.
Yaseen dîsan behsa giringiya serdan Papa Francîs kir bo Îraqê û herêma Kurdistanê herwiha serdana mezargeha dîrokî ya Îbrahîm Pêxmber li Ur ku weke bavê olan tê naskirin.
Yaseen dîsan behsa astengiyên sereke yên li Îraqê kirin û da zanîn ku pirsa COVID-19, rewşa xerab ya aborî, ewlekarî û parastina jîngehê herwiha serxistina hilbijartinên çaverê kirî li meha Oktoberê karên giring û pêşîne bo hikûmeta Bexda.
Di panelê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê xanim Bayan Samî Abdurahman jî axiftinek kir.
Samî di destpêka axiftina xwe de spasiya Wezareta Derve ya Amerîka û Balyozxaneya Îraqê li Washington kir ku piştevanî dan pîrozbahiyên Newroz û bîranîna Helebce, bi hêviya ku aştî û aramî li hemû Îraqê belav bibe.
Bayan Samî dîsan wê jî serdana dîrokî ya Papa Francîs bo Îraqê û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku, di rewşa nuha ya Îraqê de wî peyama birtaî û yekgirtinê da Krîstiyan, Êzidî, Kurd, Ereb, Tirkman û hemû pêkhateyên Îraqê.
Bayan Samî dîsan behsa alîkariya Amerîka û hevpeymanan kir û got bi alîkariya wan nuha Herêma Kurdistanê "Beheşta aramiyê" ye. Bayan Samî hêvî xwestin ku têkiliyên Bexda û Hewlêrê baştir bibin û pirsgirêka herdu aliyan ne tenê pirsa mûçeye, belkî gelek pirsgirêkên weke pirsa budceyê hene divê bi rêkên dîplomasî û diyalogê bihên çareser kirin.
Piştî hersê diplomatan peyvên xwe pêşkeş kirin, wan bersiva pirsên temaşevanan dan û siberoja Îraqê û pirsên girêdayî alozî û astengiyên di rêka wî welatî de li herêmê gotûbêj kirin.