Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

USCIRF Dibêje Êrîşên Dijî Kêmanîyên Olî i li Tirkîyê Xembarîya Ser Azadîya Olî Zêde Dikin


Raporta USCIRF :“Lêkolîna Gefên Ser Qadên Olî yên li Tirkîyê“
Raporta USCIRF :“Lêkolîna Gefên Ser Qadên Olî yên li Tirkîyê“

Komîteya Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navneteweyî (USCIRF) dibêje ku li Tirkîyê hawirdora azadîya olî hê jî cîhê xembarîyê; jiber berdewamîya polîtîkayên sînordar û destwerdanê yên hikûmetê ser merasîmên olî û zêdebûna berbiçav ya vandalîzm û tundîya civakî ya ser kêmanîyên olî.

USCIRF saziyekê federal ya Amerîka ye û wek komîsyoneke serbixwe, û bêalî binpêkirinên azadîya olî yan bawerîyê ên welatan dişopîne, raporan amade dike û ji Serok, wezarete derve û Kongresê re pêşnîyarên siyasetê dike.

Sazîyê herî dawî raportek bi nave “Lêkolîna Gefên Ser Qadên Olî yên li Tirkîyê“ weşand ku tê de rewşa 80 qadên olî – perestgeh, dezgehên olî û goristan yên girêdayê civakên-kêmanîyên olî tên nirxandin.

Îro Sêşemê naveroja raporta USCIRF di civîneke de hat nîqaş kirin û bal hat kişandin ser êrîşên cihên olî yên kêmanîyên olî.

“Digel ku hejmar û giranîya êrîşên tund yên ku cihên olî dikin armanc -wek bombekirin û rêbazên terorîstî yên din- di deh salên dawî de kêm bûne jî, di bûyerên vandalîzm û wêrankirina milkên olî de kêmbûnek wisa çênebûye,“David Curry, endamê USCIRF got.

Tuba Tanyeri-Erdemir pispora serekî ya tîma amadekirina wê raportêye ji Dengê Amerîka re xalên serekî ya raporta USCIRF'ê nirxand.

Tanyeri-Erdemir dibeje ku li Tirkîyê ser hem civak û hem jî qadên hema hema tevahîya kemanîyên olî - Yunanî yên Ortodoks, Ermenî,Cihû Alewî û Yezidî- gefên berdewam hene. Lê, helwest û bersîva dewlet û raya giştî de cûdahîyek berbîçav hatiye toma tomar kirin.

“Jiber ku li hember civatên olî yên ne-misilman, civakên olî yên nû yên ne misilman, û misilmanên ne-sunnî de, di têgihîştinê de cûdahîyek berbiçav heye, “ Tanyeri-Erdemir ji Dengê Amerîka re got.

Raport dide zanîn ku di bîst salên dawî de herî zêde qadên olî û civakî yên Alewî (122 bûyer), piştre Protestan (112 bûyer) û Ermenî (34 bûyer) hatine êrîş kirin.

Lê, tenê ji sedî 35’ê êrîşkaran hatine tesbîtkirin ku li gor medya Tirk tenê ji sedî 25 ji wan hatine darizandin yan cezakirin.

“Me bi raportê dît ku gefên dijî cihên olî du cure ne: yên ku jiber kiryarên mirovan (vandalîzm, grafîtî, dizîya mîratê, derxistina keviran, şikandin û ketin, dizî, êrîşên tund, şewitandin û bombekirin) û yên ku jiber bûyerên xwezayî pêk tên. (wek laser,bahoz, şewat, erdhejê), “Tanyeri-Erdemir got.

Raport dide zanîn ku piranîya êrîşên kesane ne îdeolojîk in, lê koma duyê ya êrîşkaran bi armanca neteweperestî yan nefretê bo tirsandin û zarardayînê wan kiryaran dikin.

Kategorîya sêyê ya tawanbar jî komênn navxweyên û komên terorîst yên biyanî yên wek Dewleta Îslamî ne(DAIŞ) ku ji aliyê îdeolojîk ve xwedî armanc in û kiryarên terorîstî yên wek teqînan pêk tînin.

USCIRF bandora helwesta sazî û karbidestên hukûmeta Tirkîyê ser wan êrîşên jî rave dike.
“Di hin rewşan de, sazî yan karbidestên hukûmetê di afirandina hawirdora ku rê dide êrîşan têkildar in. Gelek doz hene ku, karbidestên û kesayetîyên giştî gotinên nefretê dijî kêmanîyên olî û nebawer bi kar tînin,“

Raport bale dikşîne ku gotarên bi wî rengî bo komên olî yên şikestbar hawîrdorek xeternak diafirîne û rûbirûyê pirtir êrîşan dihêle.

Tanyeri-Erdemir destnîşan dike ku di parastina kemanîyên helwesta saziyên hikûmetê olî ya ku çanda bêcezabûnê teşwîq yek jî keşêyên herî girîng e.

“Saziyên hikûmetê di warê piştgirîkirin û parastina cihên olî ji êrîşan de jî pirsyarîyên xwe bi cih neanîne. Sîstema dadwerî ser tawanan bi rêkûpêk têra xwe lêkolîn nekiriye ku tawanbaran derxîne pêş dadwerîyê, ev yek jî rê li ber çanda bêcezabûnê vedike. Di encamê de, ev çanda bêcezakirinê dibe sedema zêdetir êrîşan, “ wê ji Dengê Amerîka re got.

XS
SM
MD
LG