Ajansa Reuters radigihîne ku rêvebirîya Serokê Amerîka Donald Trump wê 611 xebatkarên bingehîn yên li Ajansa Amerîkî ya Pêşvebirina Navnetewî (USAID) li ser kar bihêle.
Reuters got ku nameya agahdarkirinê ya derengîya Pêncşemê, ku ji xebatkarên USAID re hat şandin, îro ji hêla karbidestekî rêvebirîyê ve wê re hate parve kirin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku ji kar derxistina xebatkarên USAID wê nîvê şeva Înê bikeve jîyanê.
Lê, dozeke ku roja Pêncşemê hat vekirin, hewil dide ku pêngavên tund yên girêdayî USAID bisekinîne ku li sernanserê cîhanê alîkarîyên mirovahî belav dike.
Armanca dozê ev e biryarek demkî û dû re jî biryareke mayînde ji dadgehê wergire ku diravên USAID'ê vegerîne, ofîsên wê jinûve veke û fermanên din yên hilweşandina wê asteng bike.
USAID bi pirtirji 10 hezar xebatakrên xwe, sazîya serekî ya alîkarîya mirovahî ya Waşîngtonê ye. Mîlyardarê navdar û hevbendê Serok Trump, Elon Musk pêşengîya hewilên rêvebirîyê dike ku hikûmeta federalî biçûk û karîger bike û USAID yek jî armancên wî yên serekî ye.
Hilweşandina USAID ji hêla rêvebirîyê ve, di vê demê de tê ku Trump û Musk givaştinînê li ser karmendên federalî dikin ku jibo reformkirina hikûmeta federalî û kêmkirina mesrefên wê dest ji karên xwe berdin.
Jêder: Reuters