Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Washingtonê bi Swêdê re peymana hevkarîya berevanîyê îmza kir.
Peyman, 5’ê Berfanbarê ji alîyê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin û hevtayê wî Pal Jonson ve hat îmza kirin.
Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka bi vê peymanê armanc berfirehkirina hevkarîya ewlekarîyê, zêdekirina hevkarîya jibo operasyonan û xurtkirina ewlekarîya transatlantîk e.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku Swêd hevkareke xurt ya NATO ye û hevpeymanî bi beşdarîya wê hîn xurttir bibe.
Daxuyanî dîyar dike ku peyman dê berî Swêd bibe NATO bikeve jîyanê, lê ser hûrgilîyên peymanê nehatin dayîn.
Wezîrê Berevanî yê Swêdê Pal Jonson di rojên borî de gotibû ku ew hêvî dikin ku di demeke nêz de bibin endama NATO.
Swêd û Fînlandîya, par piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.
Endamtîya Fînlandîya hat pejirandin, lê Swêd hîn li benda erêrkirina Tirkîye û Macaristanê ye.
Jêder: Reuters, VOA