Li gor nirxandina giştî ya herî dawî ya karbidestên îstîxbarata Amerîkî, têkçûnên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê, ligel toleyên aborî yên têkçûyî, dibe ku serokê Rûsya Vladimir Putin han bike ku di şerê xwe yê li dijî Kîevê de hêzek girantir û bêserûber bikar bîne.
Karbidestên îstîxbaratê yên Amerîka, roja Sêşemê derketin li pêş Kongresê bo civata salane ya Nirxandina Gefên Cîhanê. Di civînê de, endamên îstîxbaratê hişyarî dan ku tevî ku li Ukraynayê berxwedanek bihêz û pir caran bi bandor çê dibe, dê hejmareke mezin ya bajarên Ukraynayê di rojen pêş de rû bi rû rojên dijwar bibin.
Hêjayî gotinê ye ku li paytexta Ukraynayê ya Kîevê, di nava 10 rojan de xwarin û av dikare biqede.
Rêvebirê CIA William Burns got “ewê çend hefteyên pêş xirab bibe” û anî ziman ku di senaryoya herî çaverekirî de, Putin “wê kuştina qurbaniyên sivîl paşguh bike."
Burns hişyarî da û got, Putin bi salan e li ser Ukraynayê difikirî û Ukraynayê ji bo serokê Rûsyayê "mijara bawerîya kesane ya kûr" binav kir.
Wî her wiha got "Putin bi biryar e ku Ukraynayê serdest û kontrol bike, da ku rêgezên wê çê bike.”
Karbidestên îstixbarata Amerîkî, mîna karbidestên din yên li Pentagonê dibêjin, di van rojên dawî de, hêzên Rûsî bi dilgiraniya mezin in, heta Putin jî, ji ber ku wan çaverê dikir ku Kîev di yek an du rojan de têk biçe.