Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Amerîkî û Mazlum Ebdî li Hesekê Çi Peyîvîn?


(Arşîv)
(Arşîv)

Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) General Mazlum Ebdî di twîtekê de ragihand ku wî bi şandeyeke payebilind ya Wezareta Derve ya Amerîka hevdîtinek kiriye.

Ebdî ragihand ku civîna bi şandeya Amerîkî erênî û avaker bûye.

“Pêgirîli ser mayîna hêzên Hevpeymanîya Navdewletî li herêmê jibo serketina temam bi ser DAIŞê de û piştgirîya li îstiqrar û bihêzkirina Rêvebirîya Xweser hat kirin.”

Şandeya Amerîkî ya bi seroktîya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Demkî Joey Hood, seredana Hesekê kir û civînek bi Ebdî re pêk anî.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di 17ê Gulanê de bi daxuyanîyeke fermî eşkere kir ku ew şande di 16ê mehê de seredana Bakurê Sûrîyê kir.

Di daxuyanîyê de ku cara yekê ye, têkildarî serdana şandeke siyasî ya Amerîka ya ji bakurê Sûrîyê re, di malpera Wezareta Derve ya Amerîka de tê weşandin.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku şande ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Demkî Joey Hood,

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve û Nûnera Taybe ya Karûbarên Sûrîyê Aimee Cutrona, Cîgirê Şanderê jibo Sûrîyê David Brownstein û Dîrektorê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî jibo karûbarên Îraq û Sûrîyê Zehra Bell pêk hatiye.

Çavdêrên sîyasî bal dikşînin ku cara yekê ye ku şandeyeke Amerîkî di vê astê de bi rengekî eşkere seredana bakurê Sûrîyê dike.

ZO_05_18_2021_General_Mazlum_Amerîka
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:30 0:00

XS
SM
MD
LG