Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekişîna Amerîka ji Îraqê Wê Bandoreke Çawa li Ser Şerê Dijî DAIŞ’ê li Sûrîyê Bike?


Hin pispor dibêjin ku biryara Amerîka ya dawîkirina erka şer li Îraqê dikare bandore li ser operasyonên wê li Sûrîyê bike.

Roja Duşemê, Serokê Amerîkî Joe Biden di dema hevdîtina ligel Serokwezêrê Îraqê Mustafa El-Kazimî li Qesra Sipî ragihand ku êdî Amerîka dawîya sala 2021’ê erka xwe ya şer li Îraqê bi dawî tîne.

Dora 2,500 leşkerên Amerîkî wekî beşek ji koalisyona navnetewî ya dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li Îraqê cîh digirin.

Tevî ku hin hêzên Amerîkî li Îraqê bimînin ku perwerde û şîretên leşkerî bidin artêşa Îraqî, hinek pispor dibêjin ku reng e ev guhertin bandorekê li hebûna Amerîka li Sûrîyê bike.

Li bakur û rojhilata Sûrîyê, dora 900 leşkerên Amerîkî hene ku piştgirîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di şerê dijî DAIŞ’ê de dikin.

“Em bixwazin nexwazin hebûna Amerîka li Îraq û Sûrîyê heta astekê bi hev ve girêdayî ye,” lêkolerê karûbarên Sûrîyê Sedredîn Kino ji Dengê Amerîka re got.

Wî bal kişand ku hebûna Amerîka ya leşkerî li Îraqê li ser daxwaza hikûmeta Îraqî ye, lê li Sûrîyê ev yek tune ye loma Amerîka pir sûdê ji hebûna xwe li Îraqê dike ku piştgirîya operasyonên xwe li Sûrîyê pêk bîne.”

Pispor dibêjin ku hewildanên Amerîka yên leşkerî li Sûrîyê bi rêya hebûna berdewam li Herêma Kurdistanê Îraqê dibe. Lê ti nîşan ji alîyê Washingtonê ve nehatine dayîn ku ewê ji bingeha xwe ya bajarê Hewlêrê vekişe.

“Jibo hikûmeta Amerîkî, ev bingeh bûye yek ji deverên herî girîng li Rojhilata Navîn,” Nicholas Heras, şîrovekarê siyaseta Rojhilata Navîn li Enstituya Newlines li Washington, ji Dengê Amerîka re ragihand.

“Rêyên peywendîyê û şandina piştgîrîyê ji Kurdistana Îraqê ji bakur û rojhilata Sûrîyê, jibo berdewamkirina operasyonên Amerîkayê bo piştevanîya Hêzên Sûrîya Demokratîk tiştê herî girîng e,” Heras got.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên roja Duşemê di preskonferansekê de, li Washingtonê eşkere kiribû ku taybetmendîya hebûna Amerîka li Sûrîyê heye û Îraq maytêkirinê di wê yekê de nake.

Lê, Husên dabû zanîn ku Îraq hergav kêşeya DAIŞê li Sûrîyê ligel hevalbendên xwe yên Amerîkî gotûbêj dike.

Di warê sîyasî de jî, dibe ku guhertina erka leşkerî yê Amerîka li Îraqê wekî derfetekê jibo hinek welatên dijber were dîtin.

Kurmanc Gundî, profesorê Zanîngeha Tennessee State li Amerîka got ku dibe ev gav wekî lawazîyeke sîyasî ji alîyên hêzên dijî Amerîka were dîtin.

“Ewê bê guman Îran û hevalbendên wê li Sûrîyê bi hêz bike û hevalbendên Amerîka têxe bin metirsîyê. Lê, bawer dikim ku jiber vê sedemê, Amerîka wê hebûneke taybet hebe ku serkêşîya operasyonên xwe yên leşkerî li Sûrîyê bike,” Gundî ji Dengê Amerîka re got.

XS
SM
MD
LG