Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidstestekî Amerîkî Dibêje Washington Pêgîr E ku ji Afganistanê Vekişe


Karbidestekî Amerîkî ku beşdarî danûstandinên aştî yên ligel Talîbanê bû, îro Duşemê got ku Washington pêgir e ku hêzên bîyanî ji Afganistanê derxîne û dawî li şerê 17 salan bîne.

“Di danûstandinan bi Talîbanê de de, li Qatarê pêşketinên girîng hatine dest xistin, lê bo agirbestekê hîn pirtir danûstandin pêdivî ne ku,” Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere be, dîyar kir.

Wî bi berdewamî got ku Amerîka hebûneke mayînde li Afganistanê naxwaze.

“Armanca me ew e ku em aştî ji Afganistanê re bînin û bi hikûmeta piştî pêkanîna aştîyê peywendîyên xurt ava bikin. Em dixwazin ku li pêş xwe wêneyeke baş bihêlin,” heman karbidestî ji Reutersê re got.

Wî bal kişand ku vekişîna Amerîka ya ji Afganistanê girêdayî pêkanîna agirbestê ye.

Hin raportên medyayî ragihandibû ku Amerîka hizra vekişîna nîva hêzên xwe ji Afganistanê dike, lê Qesira Sipî gotibû ku Serok Donald Trump heta nihya fermaneke wiha nedaye.

XS
SM
MD
LG