Amerîka xema xwe li ser rewşa mirovahîyê li Sûrîyê dîyar dike ku Neteweyên Yekbûyî dibêje, 13.5 mîlyon kes li seranser wî welatî hewceyî alîkarîyê ne.
Balyoza Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî Samantha Power bal kişand taybetî 15 deverên bin dorpêçê ku ji meha borî vir ve, herî kêm 35 kes lê hatine kuştin.
Power da zanîn ku 12 ji wan deveran di bin dorpêça hikûmeta Beşar Esad de ne.
Wê bang li hemî alîyan kir ku bê şert û merc rê li ber hemî rêxistinên mirovahîyê vekin.
"Ji hemî demên pirtir, gelê Sûrîyê pêdivî bi hêvîyê heye ku jîyana di bin şertên wiha de ne qeder e," Xanim Power got.
Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên alîkarîyê hişyar dikin ku li bajarê Derêzor a dorpêçkirî 200,000 kes di bin şertên pir xirab de dijîn û ew demûdest hewceyî xwarin û pêdivîyên saxlemîyê ne.