Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêkariya Dîrokî li Amerîka Hilbijartina Trump bo Careka din Aloz Dike


Belavbûna vîrusa koronayê hîşt ku Amerîka ji nişkave bêkariyeke dîrokî tomar bike, bi milyonan kar rawestin û ziyaneke mezin bigihe abûriya welêt. Ev jî aloziyeke mezin li pêş serokê Amerîka Donald Trump datîne ji bo hewldana wergirtina posta serokatiyê bo cara duyem.

Tenê çend mehan berê, Trump helmeta xwe ya hilbijartinan li ser bingeha bihêzbûna abûriya Amerîka û nizimbûna asta bêkariyê pilan dikir. Ew yek bû bîranîn, piştî ku bêhtirî 20 milyon kar di meha Nîsanê de winda bûn û rêjeya bêkariyê bû 14,7%, ku bilintirîn tomar e ji dema şikestina mezin a abûriyê ve dora 90 salî berê.

Têkçûna bilez a abûriyê, ku di dîroka Amerîka de bê hempa ye, ziyaneke mezin gihandiye hin wîlayetên ku ji bo serkeftina Trump di hilbijartinan de pir girîng in.

Trump niha hewl dide dengdaran razî bike ku jidestdana karan encama vîrusa koronayê ye, ne rêvebirina wî ya kirîzê ye.

Trump roja Înê li ser kenala Fox News got:

“Tiştî ez dikarim bikim: Ez dê vegerînim... ew bi temamî pêşbîn e. Ti surpirîz nînin. Her kes vê yekê dizane. Heta Demokrat jî di vê derbarê de gazinan ji min nakin.”

Vegerandina karan bi awayekî lezgîn dê ne hêsan be.

Di dema têkçûna mezin a abûriya Amerîka de, sala 1933, rêjeya bêkariyê gihîştibû 25%. Amarên niha yên bêkariyê ku rêjeya 14,7% tenê di meha Nîsanê de nîşan didin, ew pêşniyar dikin ku ev rêje renge nêzîkî ya sala 1933an be, ji ber ku ew wan kesên karên xwe bicîhîştî û hîn xwe karmend dibînin, venahewîne.

Vê kirîza abûrî xelkê Amerîka şok kirin û ew dê daxwaza gerantîkirinan ji Trump bikin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG