Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka jibo Ukrayna Paketeke Nû ya Alîkarîyê Radigihîne


Qesira Sipî îro Çarşemê ragihand ku Amerîka wê hin alîkarîyên nû bide Ukrayna.

Berdevka Qesira Sipî Karine Jean Pierre dîyar kir ku di paketa nû de sîstemên firandina muşekên HIMARS hene.

Jean Pierre got ku tankşikên Javelin û tankên Abrams û hin çekên din jî di paketê de ne.

Pentagonê dîyar kir ku di paketa 175 mîlyon dolarî de cebilxaneya tankên uranyum jî heye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê serdana Kîev ya paytexta Ukrana kir.

Blinken di serdanê de dîyar kir ku Serok Joe Biden ji wî xwestiye ku ji Ukrayna re piştgirîya Washingonê careke din piştrast bike.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy spasîya Washingtonê kir û got ku jibo hevkarîya hevbendan pir girîng e.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG