Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Spî Dibêjê Wê Piştgirîya Amerîka Jibo HSD‘ê Bidome


John Kirby, berdevikê civata ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Spî
John Kirby, berdevikê civata ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Spî

Qesra Spî roja Sêşemê ragihand ku revebirîya serok Joe Biden rûdanên li Sûrîyê ji pir nêz ve û bi baldarî dîşopîne.

"Serok Joe Biden di hevbendên li Rojhila Navîn re peywendîyên tekildarê rewşa Sûrîyê didomîne û ferman daye tima ewlekarîya neteweyî ku ew jî wiha bikin, " berdevikê civata ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di press konferansekê de got.

John Kirby dîyar kir ku Sûrîyeke aram û ewle di berjewendîya ewlekarîya niştimanî ya Amerîka de ye û tenê gelê Sûrî dikare siberoja xwe dîyar bike.

Kirby bi berdewamî rave kir ku Washington jibo berjewendîyên xwe yên li herêmê, zexta li ser ser DAIŞ'ê bidomîn e.

" Loma jî erka dijî DAIŞ’ê ya hêzên me li Sûrîyê didom e. Hûn dikarin zêdetir êrîşên dijî DAIŞ’ê çaverê bikin. Em naxwazin derfetê bidin DAIŞ’ê ku rûdanên niha bi kar bîne. Ew ji cîhê bêserûber bêtir ji tiştekî din hez nakin, " wî got.

Kirby dîyar kir ku Amerîka wê di şerê dijî DAIŞ’ê de piştgirîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û YPGê bidomîne.

"Wek Amerîka di şerê dijî DAIŞ’ê de berjewendîyên me hene û ev jî tê wateya hevkarîya bi HSD re. ‘Ev hevkarî wê bidome.”

Karbidestê Qesra Spî herwiha li ser pirsekî ragihand ku di ware gefên terorê de fikarên rewa yên Tirkîyê hene, mafdar e ku hemwelatî û axa xwe li hember êrîşên terorîstî biparêze.

" Ew (Tirkîyê) di paşerojeke ne ewqas dûr de rastî cureyên êrîşên terorîstî ma, loma em dizanin ku mafê wan heye û ew helbendek girîng ya NATO ye, " Kirby got.

Wî bal kişand ku li ser du armancên Amerîka- hevkarîya bi HSD’ê û fikarên Tirkîyê - Washington bi Enqerê peywendîyek nêz dişopîne.

Ji Kirby helwesta Amerîka ya li ser Minbicê û heremên di destê HSD’ê jî hat pirsîn, dema ku çekdarên Artêşa Netewî ya Sûrîyê (SNA) ya cihadî bi Tirkîyê re, êrîşan didomînin.

" Gelo Amerîka di wê baweriyê de ye ku divê HSD tenê li ser çemê Firatê be û bihêle ku Tirk wan hereman bi dest bixin yan çi? Helwesta me (Amerîka) li Minbic û li heremên din çi ye?, " ji Kirby hat pirsîn.

Kirby eşkere kir ku ew ser rewşa li Minbicê û heremên di destê HSD’ê bi karbidestên Tirkîye re di nava peywendîyeke nêz de ne.

"Hûnê bibînin ku tîma ewlekarîya neteweyî wê peywendîyên bi hevkarên me yên li herêmê re, li ser rûdanên Sûrîyê bidomîne, û hûn dikarin, ez dikarim we piştrast bikim ku hin ji wan gotûbêjan wê bi hevtayên Tirk re bin, " wî got.

Kirby bi berdewamî bal kişand ku tîma ewlekarîya neteweyî hevdem bi HSD re jî xwedî peywendîya pir nêz e, jibo ku Washington pêbawerîya ser erka şerê dijî DAIŞ’ê ku em bi wan re hevkar in, piştrast bike.

"Ew pêşîtîya me herî serekî ye û emê vê peywendîyê bidomînin. Û yek ji sedemên ku me ji van operasyonên li heremên din yên li ser wî sînorî ku ji hêla hêzên artêşa Tirk ve têne kirin, berê bi eşkereyî hin wek kêşebar nirxand ev e, jiber ku xeterîya vekişandina HSDê ji erka dijî DAIŞê heye. Em naxwazin bibînin ku ev yek pêk were. "

Jêder: Presskonferansa Jonh Kirby

XS
SM
MD
LG