Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Di Êrîşên Cuda Yên Sûriyê De 37 Çekdar Kuştine


Fermandarîya navendî ya Amerîka (CENTCOM) roja Yekşemê ragihand ku hêzên Amerîkî di meha Îlonê li Sûrîyê du êrîşên cuda pêk anîn, û di encamê 37 "terorîstên berpirs" hatine kuştine.

CENTCOM’ ê destnîşan kir ku di nav wan 37 "terorîstên berpirs" de, endamên "Dewleta Îslamî (DAIŞ)" û "Hurras el-Dîn" ya girêdayê El Qaîde jî hebûn.

CENTCOM’ê eşkere kir ku di êrîşa yekê ya di 24’ê Îlonê li bakur-rojavayê Sûrîyê de 9 " terorîstên berpirs " di nav wan de rêberê Hurras el-Dîn Merwan Bessam 'Ebd-el-Raûf jî, hatine kuştin.

Di êrîşa duyem a di 16’ê Îlonê de li naverasta Sûrîyê dijî kampeke rahênanê ya DAIŞ’ê hatiye kirin û herî kêm 28 milîtan hatine kuştin, ku di naw wan de 4 karbidestên payebilind yên komê hatine kuştin, CENTCOM’ê got.

Lê, artêşa Amerîka nasnameyên wan 4 karbidestên DAIŞ’ê dîyar nekir.

Di çarçoveya hevpeymanîya navneteweyî ya dijî DAIŞê de, li Sûrîyê nêzî 900 leşkerên Amerîkî hene.

Hevbendî di 2014’an de hat damezrandin, jibo alîkarîya şerê dijî koma çekdar, ya ku heremên berfireh li Îraq û Sûrîyê dagîr kiribûn.

"Ev êrîşên dijî rêbertî û berpirsên DAIŞ’ê û rêxistina Hurras El-Dîn ya girêdayê El Qaîdeyê, pabendbûna CENTCOM’ê ya jibo têkbirina mayînde ya rêxistinên terorîst li herêma CENTCOMê û piştgirîya me ya jibo aramîya herêmê nîşan didin." Fermandarê CENTCOM’ê General Michael Erik Kurilla got.

Hêzên hevpeymanîya dijî DAIŞ’ê, li Îraq û Sûrîyê bi dehan caran bi dronan hatine armanckirin, dema komên çekdar li seranserî Rojhilata Navîn tevlî tundûtûjîya girêdayê şerê Îsraîl û Hamasê li Gazayê ya ji sala borî ve bûne.

Hêzên Amerîkî dijî komên çekdar li her du welatan gelek êrîşên tolhildanê pêk anîn.

Di meha Tebaxê de, hêzên Amerîkî karbidestekî din yê Hurras el-Dîn, Ebû Ebdulrehman el-Mekkî, di êrîşekê de li Sûrîyê kuştibû.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG