Dadgeha Bilind ya Amerîkayê biryar da ku serokên Amerîkî parêzbendîyeke sînordar ji darizandinê heye.
Dadgeha 9-endamî biryareke 6-3 da, tê de dadweran doza tawankarî ya dijî serokê berê Donald Trump vegerand dadgeheke nizimtir. Di dozê de Trump bi pîlankirina têkbirina hilbijartinên seroktî yên berî çar salan hatiye tawanbarkirin.
Piranîya dadgehê biryar da ku serokên berî parêzbendîya tevahî jibo erkên fermî heye, lê belê parêzbendîya wan jibo kiryarên nefermî nîne.
Xaleke bingehîn ya sîstema dadwerî li Amerîkayê ew e ku ti kes ne di ser qanûnê re ye, heman azadî ji bo herkesî ye, lê herwiha herkes jiber binpêkirina qanûnan rûbirûyê darizandinê dibe.
Di doza ku Dadgeha Bilind deng li ser da de, Trump îdîa dikir ku mafê wî yê parêzbendîya seroktîyê bû, dema wî hewil dida şikestina xwe ya hilbijartinan berî çar salan biguhere, ew wekî serok bi awayekî fermî dixebitî jibo parastina pakîya encamên hilbijartinan. Trump îdîa dikir ku ew di wan hilbijartinan de biser ketibû, ne ku ew têk çû jiber şaştîyên hejmartina dengan.
Di dehan dozên dadgehan de Trump îdîa dikir ku têkçûna wî di hilbijartinên 2020’an ne qanûnî bû. Lê ew dozên wî biser neketin. Heta niha jî, Trump bi şaştî wê îdîayê dike, û tenê kêm caran dibêje ku Serok Joe Biden yê Demokrat di wan hilbijartinan de biser ket.
Trump û Biden di hilbijartinên îsal yên 5’ê Mijdarê de dîsa derdikevin pêş hev.
Dozgerê taybet yê Wezareta Dadê ya Amerîkayê Jack Smith berî dora salekê bi girînameyeke dadgehê Trump bi wê yekê tawanbar kir ku wî hewil dida encamên hilbijartinên 2020’an biguhere û tevlî komployekê bûbû ku şikestina xwe biguhere da ku di desthilatê de bimîne.
Smith Trump bi wê yekê tawanbar dike ku wî hewil dida karbidestên Wezareta Dadê alîkarîya piştraskirina îdîayên wî bikin ku sextekarîyên dengdanê bûbûn sedem ew di wan hilbijartinan der biser nekeve. Gilînameya dijî Trump herwiha îdîa dike ku wî û çend alîkarên wî givaştin li qanûndanerên wîlayetan kirine da ku çîrokên sexte derbarê hilbijêran bêjin û tê de dîyar bikin ku Trump li wan wîlayetan biserket ewên ku Biden piştî hejmartina dengan bidest xistibû.
Gilînameya Smith şîrove dike çawa Trump givaştin li cîgirê xwe Mike Pence dikir ku li Kongresê rê li ber erêkirina serkefina Biden bigire yan jî dereng bixîne, li wê dema ku Kongresê 6’ê Rêbendana 2021’ê hejmartina dawî ya dengan dikir.
Li Amerîkayê, encama hilbijartinên serokatîyê ne bi dengên dengderan tê dîyarkirin, lê belê bi dengên di Desteya Hilbijartinê (Electoral College) de. Hilbijartina niştimanî bi xwe ji dengdanên li hemû 50 wîlayetan pêk tê. Wîlayetên xwedî nifûsên herî zêde bêtir deng di Desteya Hilbijartinê de hene.
Trump di doza li ber Dadgeha Bilind de îdîa dikir ku kiryarên wî kiribû ne tawankarî bûn da ku di desthilatê de bimîne, lê belê da ku pakîya hilbijartinan biparêze, lewra nabe ku ew were darizandin. Parêzerên Trump jî îdîa kir ku kiryarên wî beşek bû “ji berpirsîyên fermî wekî serok.”
Di mînakekê de, parêzerên wî gotine ku nabe serok were darizandin heta jiber bikaranîna leşkerîyê jibo terorkirina hevrikekî, eger ew pêşî ji alîyê Kongresê ve nehatibe împîçkirin.
Biryarên din yên dadgehê eşkere kirine ku serok parêzbendîyeke sînordar heye ji dozên sivîl hember kiryarên ku ew pê rabûne.
Lê doza Duşemê ya yekê ye ku dadgeh biryarê li ser parêzbendîya serokatîyê dide girêdayî kiryarên tawankarî yên serokekî. Bi vê yekê, dadgeh pêşîneyekê jibo hemû serokên siberojê datîne, ne tenê jibo Trump.