Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwestên Dawî yên Karbidestên Amerîkî Derbarê Krîza Ukraynayê Çi Ne?


Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin do Duşemê bi awayekî fermî pênasîn bi herdu herêmên Donetsk û Luhansk kir, karbidestên Amerîkî yên payebilind hewlestên xwe nîşan didin.

Serokê Amerîkî Joe Biden yekser piştî ragihandina Putin fermaneke cîbicîkar da, tê de danûstandina bazirganî û diravî ligel van herdu herêman qedexe dike.

Biden piştre ser Twitter’ê got ku “min Fermaneke Cîbicîkar îmze kiriye ku derfetê nede Rûsyayê qezencê ji binpêkirinên xwe eşkere yên bo qanûna navnetewî neke. Em ji nêzîkahî ve şêwiran ligel hevalnend û hevparên xwe, di nav de jî Ukraynaa, derbarê gavên bê didomînin.”

Karbidestekî Qesra Sipî îro Sêşemê gavên dawî yên Rûsyayê li dijî Ukraynayê wekî dagîrkirin binav kir.

Li ber e ku Amerîka û Brîtanya îro Sêşemê hinek toleyên din li dijî Rûsyayê ragihînin.

Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken biryara Rûsya ya pênasînkirina Donetsk û Luhansk bi xurtî şermezar kir.

“Gava Rûsya ya pênasîna serxwebûna komarên ku hêzên ser bi wê kontrol dikin kiryareke şerm û çaverêkirî ye. Em wan şermezar dikin û ligel Ukraynayê radiwestin,” Blinken di twîtekê de got.

Blinken ev yek got piştî ku bi rîya telefonê ligel hevtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Kuleba axivî û piştgirîya Amerîka bo Ukraynayê tekez kir.

Senator Linday Graham.
Senator Linday Graham.

Hinek qanûndanerên Komarî jî helwesta xwe li hember Rûsyayê nîşan da. Yek ji wan Senatorê navdar Lindsay Graham ji wîlayeta South Carolinayê bû.

“Biryara Putin ya ragihandina Donetsk û Luhansk wekî herêmên serbixwe li nav Ukraynayê hem binpêkirina Rêkeftinên Minskê ye û hem jî ragihandina şer li dijî gelê Ukraynayê ye,” Graham Duşemê bi şev li ser Twitter’ê nivîsî.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Rûsyayê ferman daye hêzên xwe yên leşkerî ku bi erka parastina aştîyê li herdu herêmên Donetsk û Luhansk bicîh bibin.

XS
SM
MD
LG