Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatên Amerîkî û Rûsî li Stenbolê Kom Dibin


Dîplomatên Amerîka û Rûsya îro Pêcşemê li Konsulxaneya Amerîka ya Stenbolê civîn û têkilîyên dualî, pirsgirêkên sîstematîk û vekirina xebatên balyozxaneyên Rûsya û Amerîka gotûbêj kirin.

Berî vê civînê jî Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihandibû ku ew ji vê civînê geşbîn in.

Demeke dirêj bû ku têkilîyên Amerîka û Rûsya bi awayekî ragêşî derdiket pêş. Lê piştî ku Donald Trump hat ser kar, di navbera Amerîka û Rûsya de têkilîyên nû derketin pêş.

Ev civîna Stenbolê jî di vê demê de tê ku Tirkîyê jî dixwaze ku di vî alî de hevkarî bike. Li gor jêderên Wezareta Derve ya Tirkîyê ligel mazûvanîyê Tirkîyê dixwaze ku hewildanên aştîya herdu alîyan jî pêk bîne.

Akademîsyenê Zanîngeha Aydin ya Stenbolê Prof. Dr. Tarik Oguzlu dibêje ku ev hevdîtin wê him rageşîyên ku di navbera Amerîka û Rûsya de hene nerm bike û him jî pirsgirêka Ukrayna û Rûsya bîne radeyekê baş.

“Peywendîyên ku li Rîyadê dest pê kirin, li Stenbolê jî berdewam kirin. Mebesta vê civînê ew e ku têkilîyên dîplomatîk yên ku di navbera Amerîka û Rûsya de hatibûn xetimîn ji nû de bidin destpêkirin. Di bingeha vê civînê de berî her tiştî ev heye. Lê piştî şerê Rûsya û Ukrayna di navbera Amerîka û Rûsya de, rewşeke ragêşîyê pêk hat. Di civînê de dîyar bû ku ev ragêşî jî tê xwestin were çareser kirin. Jiber vê jî ez vê civînê erênî dibînim.”

Çavkanîyên dîplomatîk dîyar dikin ku hevdîtinên li Stenbolê dibe ku bibe destpêk jibo çareserkirina pirsgirêkên heyî yên di navbera her du welatan de û divê pêvajo bi baldarî were şopandin.

Serokê Enstîtuya Polîkîkayên Derve Prof. Dr. Huseyîn Bagci, ragihand ku Tirkîyê dixwaze ku navbeynkarîyê bike ku têkilîyên Amerîka û Rûsya pêş bikevin.

“Di dema Biden de peywendî hatibûn qutkirin. Piştgirî didan Ukrayna û bi Rûsya re şer bike. Lê Trump di dema hilbijartinê de jî dîyar kiribû ku ewê vê şerê rake, ku dema hat ser kar jî ew li pişt van gotinê xwe rawestîya. Heke di demên pêşîya me de hevdîtinên agirbestê û aşitîyê pêk werin dê encamek jî derkeve. Di vî warî de Tirkîye jî dixwaze ku navbeynkarîyeke bike.”

Bagci, li ser têkilîyên dîplomatîk yên Amerîka û Rusyayê jî rawest û ragihand ku Washington û Moskova’yê di têkilîyên dualî de hev û din tercîh kirine û Yektîya Ewrûpayê û Ukranya di derî vê pêvajoyê de girtîye.

Hêjayî dîyarkirine ku di 18’ê Şibatê de Amerîka û Rûsya li paytexta Erebistana Siûdî li Rîyadê civîbûn û li ser despêkirina gotûbêjan li ser şerê Ukrayna û Rûsya rawestîbûn. Di dema Joe Biden de têkilîyên dîplomatîk yên ku hatibûn rawestindin di dema Donald Trump de jî car din hatine destpê kirin.

ED_02_27_2025_Amerika_Rusya_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG