Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kesê Êrîşî Hevjînê Pelosî Kiribû Rastî Tawanbariyan Dibe


Zilamekî ku bi çakûçekî êrîşî hevjînê seroka encûmena nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi kiribû, rastî tawanbariyên hewldana kuştinê û hin gunehên din dibe. Kesê êrîşker di êrîşa li ser mala Pelosî ya li San Francisco de bi çakûçekî li serê hevjînê Pelosî da û bang kir, "Nancy li ku ye?"

Polîs red kir ku sedemekê ragihîne ji bo êrîşa roja Îniyê ya li ser Paul Pelosi, yê 82, ku li gorî ofîsa jina wî ji ber şikestinek serê wî û birînên milê wî yê rastê û destên wî de hate emeliyatkirin, her çend pizîşk hêvî dikin ku başbûnek tam hebe.

Lê êrîşê tirsa derbarê tundiya siyasî derxist pêş, kêmtirî du hefteyan berî hilbijartinên nîvdemê yên 8ê Mijdarê ku dê biryarê li ser kontrolkirina Civata Nûneran û Senatoyê bidin, di demekê de ku hewaya siyasî ya Amerîka di dehsalan de ya herî dijwar û dubend e.

Seroka encûmena nûneran ya 82 salî, demokrata ku di rêza destûrî ya duyemîn de ye ji serokatiya Amerîkayê, di dema êrîşê de digel hûrguliyên xwe yên parastinê li Washingtonê bû. Ew vegeriya San Franciscoyê da ku bi mêrê xwe re be.

Polîs kesê êrşîker ku li cihê bûyerê hatibû girtin wek David Depape yê 42 salî da nasîn. Ew jî rakirin nexweşxaneyeke San Franciscoyê.

Tomarên serokê polîs destnîşan kirin ku êrîşker bi gumana hewildana kuştinê, êrîşa bi çekeke kujer, destdirêjiya pîr, lêdan, dizî, û çend sûcên din, hate girtin.

Çaverê ye ku dozên fermî ji hêla dozgerê navçeya San Francisco ve werin ragihandin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG