Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka Victoria Nuland li Nîjerê nûnerên rêvebirîya derbeya leşkerî re rûbirû axifî.
Nuland dîyar kir ku civîna wan hem ji dil hem jî dijwar derbaz bûye.
Wê li Niamey ya paytexta Nîjerê ji rojnamevanan re got ku ger Nîjer dixwaze veger rêvebirîya qanûnî Amerîka dikare alîkarîyê bide.
‘’Lê niha nikarim bibêjim ku ew pêşnîyara me hatiye qebûl kirin’’ Nuland got.
Berpirsa Amerîkî dîyar kir ku ew bi nûnerên leşkerî re ser vexwendina çekdarên Koma Wagner jî peyivîne.
Nuland got ku ew dizanin ku Koma Wagner jibo serwerîya wan gefeke çiqas bi rîsk e.
Rêvebirîya Washingtonê dîyar dike ku derbeya leşkerî dikare bi rêkên dîplomatîk were rawestandin û serokomarê hilbijartî Mohamed Bazoum dikare vegere ser erka xwe.
Bazoum yê ku ji derbeyê vir ve desteserkirî ye di rojên borî de bi karbidestên Amerîkî re bi rêka telefonê axifîbû.
General Abdorahman Tchiani meha borî gotibû ku wî jiber ku xwestiye rê li ber hilweşîna Nîjerê bigire dest danîye ser rêvebirîya welêt.
Jêder: AFP, VOA