Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Mijdarê de 210,000 Karên Nû li Amerîka Peyda Bûn


Di meha Mijdarê de 210,000 karên nû li Amerîkayê zêde bûn, ku ev jî rêjeya herî kêm di nêzîkî salekê de ye.

Di raporta xwe ya mehane de, Wezareta Kar ya Amerîkî dîyar kir ku rêjeya bêkarîyê ji 4.6% daketîye 4.2%. Tevî ku ev rêje nîşana başbûna aborî ye, lê hîn jî bêtirî rêjeya 3.5% ya berî destpêbûna nexweşîya COVID-19 ye.

Bi giştî, hejmarên karên nû li Mijdarê dîyar dikin ku aborîya Amerîkayê baştir dibe, tevî bilindbûna buhayên kelûplelan û kêmbûna karkeran û herwiha bandora çaverêkirî ya cureya nû ya vîrûsa koronayê, omicron.

Hîn gelek agahî derbarê vê cureyê ne berdest in û nayê çaverê kirin ku cihên kar bi berfirehî werin girtin, lê dîsa jî dibe ku omicron bibe sedem ku Amerîkî di mehên pêş de rêwîtîyê nekin, neçin bazaran û ji derveyê malê nexwin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG