Hevpeymanîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ'ê bi beşdarîya 83 welatan li Romayê civyan û tekez liser dewamkirina tekoşîna dijî wê rêkxitîya terorîst û yekrêzîya hevpeymanîyê kirin.
Ne bi tenê li Rojhelata Navîn belko divê konferensê de girngîyeka taybet bi belavbûna terorê li Afrîqa dan.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken got, "tevî serkeftînên mezin biser rêkxistîya Dewleta Îslamî (DAIŞ), lê hêşta kareka mezin li pêş me dimîne."
Herwesa got armanc nehêlana yekcarî ya DAIŞê ye.
Wezîrên derve yên hevpeymanîyê pesna Îraqê dan û piştevanîya xwe bo çareserîya siyasî ya şerê Sûrîye diyar kirin.
Erê serkeftîna leşkerî bitenê wê dawîyê bi (DAIŞ) ê bîne? aya hevpeymanîya navnetewî yek raman û yek rêz heye hember nasandin û nehêlana terorê?
Bernamê Tîrêj mêhvandarîya Dr. Zêrevan Berwarî helgirê Dektora di peywendîyên navnetewî de û mamostayê Zanîngehê, herweha mêhvandarîya şirovakarê siyasî û endamê partîya Pêşverû ya Kurdanên Sûrîye birêz Brusk Najar kir.
Mêhvana di bernamê de şirveyên xwe yên derbarê mijarê de anîn ziman.