Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Li Îraq Û Sûriyê Dest Bi Êrîşên Tolhildanê Dijî Armancên Girêdayî Îranê Dike


Leşkerên Amerîkî roja Înê li Îraq û Sûrîyê dest bi êrîşên esmanî dijî zêdetirî 85 armancên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê û milîsên alîgirên wê kir, wek tolhildana êrîşa dawîya heftîya borî li Urdunê ku sê serbazên Amerîkî kuştin.

Êrîşên ku tê de bikaranîna bombeyên B-1 yên dûravêj ên ji Amerîkayê hebûn, beşek in ji bersiveke piralî ya rêveberiya Serok Joe Biden li dijî mîlîtanên ku Îran piştgirîya wan dike, û operasyonên leşkerî yên Amerîkî zêdetir di rojên pêş de tên pêşbînîkirin.

Digel ku êrîşan cihên li hundirê Îranê armanc negirtin, lê ew nîşanên berferehbûna pevçûna li Rojhilata Navîn in, wek encama şerê nêzî çar mehan yê Îsraîlê bi mîlîtanên Hamas ên Filistînî re li Gazayê.

Êrîşan navendên fermandarî û kontrolê, roket, mûşek û baregehên dronan û herwiha bingehên dabînkirina cebilxane û lojîstîk kirin armanc, artêşa Amerîkî di daxuyaniyekê de got.

Artêşê got ku hêzên Amerîkî li heft cihan zêdetirî 85 li armancan xist, çar li Sûriyê û sê li Îraqê.

Êrîşan Hêza Quds kir armanc - sîxuriya biyanî û milê naîleşkerî yê Pasdaran ku bi giranî bandorê li milîsên hevalbendên wê li seranserê Rojhilata Navîn dike, ji Lubnanê heta Îraq û Yemenê û Sûriyê.

Generalê Amerîkî Douglas Sims, birêveberê hêzên hevbeş, got ku êrîş serketî bûn,û teqînên mezin pêk anîn ji ber ku bombe li çekên mîlîtanan ketin, her çendî ne diyar e ka ti çekdar hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku “Êrîşa esmanî ya aşkere” ya hêzên Amerîkî bûye sedema kuştina hejmarek sivîl û leşkeran û birîndarbûna hinekan û ziyaneke mezin li mal û milkên giştî û taybet kiriye.

Sims got êrîş bi zanebûna ku di nav bingehan de kuştî hebin, hatine kirin. Wî got jî ku keşûhewa faktoreke sereke ye di dema operasyonê de.

Artêşa Îraqî got ku êrîş li devera sînorî ya Îraqî bûn û hişyarî da ku ew dikarin seqamgîrîyê li herêmê têk bibin.

Berdevkê leşkerî yê Îraqî Yehya Resûl di daxuyaniyekê de got: "Ev êrîşên asmanî binpêkirina serweriya Îraqê ne, hewlên hikûmeta Îraqî têk dibin, û metirsiyek e ku dikare Îraq û navçeyê ber bi encamên xirab ve bibe."

Îranê heta niha ti bersiveke giştî nedaye, lê televîzyona dewleta Îranê di raporta xwe ya derbarê êrîşan de, Amerîka wek hêzên terorîst bi nav kirin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG