Hêzên leşkerî yên Amerîka careke din hebûna xwe li herêma Rohjilata Navîn bihêztir dike ji bo rûberûbûna gefên Îranê.
Şandina Yekîneya Moşekên Patriot û gemiyeke çavdêriyê ya ku di êrîşên avî û bejayî de tê bikaranîn, tê piştî çend rojan ji gihiştina barhilgira firokan USS Abraham Loncoln û çar bumbeavêjên B-52 bo Rojhilata Navîn wek bersiv ji gefên pêşbîn ên Îranê re.
Amerîka bi xem e ku Îran renge plan dike êrîşan dijî berjewendiyên wê li herêmê pêk bîne.
Wezîrê berevaniyiya Amerîka bi wikalet Pat Shanahan roja Înê got:
“Pir girîng e Îran têbigihe ku her êrîşeke dijî Amerîka yan berjewendiyên Amerîka wê rastî bersiva guncaw a me bê… Em li Rojhilata Navîn in ji bo têkbirina terorê û avakirina ewlekariyê… lê emê xwe biparêzin.”
Li gel bilindkirina asta hêzên leşkerî, Pentagon ti xem dernebirîn li dor amadekariyên şerekî li dijî Îranê.