Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî 3 Karbidestên Hamasê yên li Tirkîyê Toleyan Radigihîne


Logoya Wezareta Xezîneyê ya Amerîka
Logoya Wezareta Xezîneyê ya Amerîka

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka roja Sêşemê 3 jê li Tirkîyê, 6 karbidestên payebilind yê Hamasê xist nava lîsteya toleyan.

Ofîsa Kontrola Samanên Biyanî (OFAC) ya wezaretê biryara tolekirinan bi daxuyanîyeke li ser malpera xwe dîyar kir.

“Toleyên îro, nûnerên koma terrorist yên li derve, endamekî payebilind yê baskê leşkerî yê Hamasê, Lîwayên Îzzeddîn El-Qassim, karbidestên payebilind yê Hamasê û kesên û yên ku beşdarî hewlên komkirina drav yên komê û qaçaxçîtiya çekan ya Gazayê dikin, têne armanc,” wezaretê got.

Li gor wezareta Xezîneyê, 3 karbidestên Hamasê yên hatine tolekirin li Tirkîyê dijîn. OFAC nasname û sedemên tolekirina wan kesan wiha rave kir:

Ebdulrehman Îsmaîl Xenîmet: Endamê demdirêj yê baskê leşkerî yê Hamasê, Lîwayên Îzedîn El-Qassam ye.

Wezareta Amerîka, Xenîmet bi tevlîbûna gelek êrîşên terorîstî û hewlên êrîşan tawanbar kir, ku di nav wan de teqîna 1997 ya li qehwexaneyeke Tel Avîvê jî heye.

Musa Daud Mihemed Akarî: Karbidestekî payebilind yê Hamasê ye û li Tirkîyê, veguhestina pereyên Hamasê ji Gaza û Kenera Rojava hêsan dike.

Wezaretê got ku Akarî berê jiber revandin û kuştina polîsê sînorî yê Îsraîlê hatibû mehkûm kirin.

Seleme Marî karbidestek Hamasê ye ku li li Tirkîyê dijî û di hêsankirina aborî ya komê de cih digire.

Wezarete got ku Marî, berê girtî maye, jiber rola xwe ya di êrîşa 1993'an de li Kenera Rojava ku leşkerekî Îsraîlî hatibû kuştin.

OFAC nasname û sedema tolekirina 3 yên din jî eşkere kir:

Besîm Naîm ku yek ji navên di lîsteyê de cih digre, berpirsê civata têkilîyên navneteweyî yê Hamasê ye, OFAC ragihand.

OFAC dîyar kir ku Naîm yê ku li Gazayê dijî, beşdarî danûstandinên Hemasê yên bi Rûsya re bûye û di şandên komê yên li welatên din de cîh girtiye.

Muhammed Nazzal zêdetirî 30 salan e piştgirî dide Hamasê û wek karbidestekî payebilind di Civata Têkilîyên Navneteweyî ya Hamasê de kar dike, OFAC got.

Ghazi Hemed : Yek ji rêberê Hamasê yê demdirêj li Gazayê ye ku wek edîtorê dezgehên propagandaya Hamasê kar kiriye û xwedî destûra ku bi eşkereyî li ser navê Hamasê biaxife.

"Emê Pirsandinda Hesaban Bidomînin"

Cîgirê wezîrê xezîneyê yê Terorîzm û Îstîxbarata Aborî Bradley T. Smith jî tekildarê ragihandina toleyan axifî.

Hamas berdewam dike ku xwe bispêre karbidestên serekî yên di nava komê de wek yên xwedî rolên rewa û giştî ne, lê ew yên ku çalakîyên komê yên terorîstî hêsan dikin, li derve nûnertîya berjewendîyên wê li derve temsîl dikin, û veguheztina pere û tiştan bo Gazzeyê hevrêz dikin," wî got.

Smith bi berdewamî jibo tekoşîna dijî Hamasê biryardarîya Amerîka destnîşan kir.

"Xezîneyê pabend e ku hewlên Hamasê jibo peydakirina dahatên zêde asteng bike û ji kesên ku çalakîyên terorîstî yên komê hêsan dikin, hesaban bipirse," wî got.
OFAC, 6 kesên ku hatine xistinê lîsteya toleyan wek "terorîstên cîhanî yên taybet destnîşankirî" (SDGT) hatin pênase kir.

Li gor biryara îro, tevahîya mal û milkên ku hatine tole yên li Amerîka dikeve kontrola wezîrareta xezîneyê Amerîka.

Biryara toleyên îro, paketa 9’an ya toleyên OFAC ‘ê ye ku Hamas û alîgirên wê dike armanc.

Di hefteya borî ve ji gelek dezgehên medyayê ve tê ragihandin ku karbidestên Buroya Siyasî ya Hamasê ku ji Qatarê derketine, çûne Tirkîyê.

Karbidestên Tirkîyê heya niha ev îdia qebûl nekirine. Lê, jederên wezareta derve roja Duşemê ji Ajansa Reutersê axifîn.

"Endamên Buroya Siyasî ya Hamasê dem bi dem serdana Tirkîyê dikin. Îdîayên ku Buroya Siyasî ya Hamasê derbazî irkîyê bûye, rastiyê nîşan nade," wan got.

Roja Duşemê, Washingtonê hişyarî da Enqerê ku mazûvanîya rêberên Hamasê neke û got ku "bi bawerîya wan, êberên rêxistina terorîst ya hovane, divê hevbenda NATO yên mîna Tirkîyê jî di nav de, li ti cihî bi rehetî nejîn."

Matthew Miller
Matthew Miller

Berdevikê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller îdiayên ku hin karbidestên Hamasê ji Qatarê derbazî Tirkiyê bûne, piştrast nekir .Lê, wî got ku ew ne di helwesta redkirina wan de ye jî .

"Çawa ku me ji hemû welatên cîhanê re rave kirîye, emê ji hikûmeta Tirkîyê re jî bi eşkereyî rave bikin ku êdî bi Hamasê re wek berê tekilî werin rêve birin," Miller got.

Îsraîl, Amerîka û Yekîtîya Ewropa (YE), Hamasê wek rexistinek terorîst pênase dikin. Tirkîye ya ku endama NATO ye, Hamasê wek rêxistineke terorîst nabîne.

Jêder: Wezareta derve ya Amerîka, Wezareta Xezîneya Amerîka, Reuters

XS
SM
MD
LG