Wezareta xezîneyê ya Amerîka roja Pêncşemê dijî wezîrê petrolê yê Îranê Mohsen Paknejad, tole ragihand.
Paknejad "kontrola derfirotina petrola Îranê ya bi deh mîlyar dolaran dike û wî bi mîlyaran dolar petrol jibo firotina ji alîyê hêzên çekdar yên Îranê veqetand,” xezîneyê di daxuyanîyekê de got.
Xezîneya Amerîka herwiha ser 3 keştîyên bi ala Hong Kong'ê jî tole ragihand û got ku ew beşek torek keştîyan e, alîkarîya veşartina veguhestina petrola xav ya Îranê dikin.
Wezîrê xezîneyê yê Amerîka Scott Bessent ser ragihandina van toleyan daxuyanîyeke belav kir.
"Rejîma Îranê berdewam dike ku dahatên ku ji çavkanîyên berfireh yên petrolê bi dest dixe jibo pêşvebirina berjewendiyên xwe yên piçûk û xeter bi kar bîne, di berdêla gelê Îranê de."
Xezîneyê herwiha xwedî yan revebirên jimareke keştîyên ku petrola Îranê vediguhezin Çînê jî tole kirin.
Ew keştîyana tevî Hindistan û Çînê ji gelek heremên cûda ne, Xezîneyê got.
Artêşa Îranê jibo veşartina şandina petorlê bi mîlyar dolaran ji Çînê re, xwe dispêre fîloya nepenî ya mezin.
Berdevika wezareta derve ya Amerîka Tammy Bruce li ser fîloya nêpenî Îranê di daxuyanîyekê dewiha got
"Ev kompanî xizmetan pêşkêşî keştîyên xeyalet dikin... hewlên Îranê yên jibo veşartina bazirganîya xwe ya neqanûnî ya petrolê pêkan dikin."
Serok Donald Trump di meha Sibatê de bi armanca astengkirina hilberîna çeka navokî û fînansekirina komên çekdar, sîyaseta "zexta herî zêde" ya ser Îranê jinûve da destpê kirin.
Sizadana wezîrê petrolê yê Îranê Mohsen Paknejad wek gava dawî ya sîyaseta "zexta herî zêde" ya Trump e.
"Gava îro siyaseta Serok Trump ya zexta herî zêde li ser rejîma Îranê pêş dixe," Bruce got.
Bi toleyan hebûnên kes û kompanîyên sizadayî têne cemidandin û qedexe dike ku Amerîkî bi wan re ti bazirganîyê bikin.
"Xezîne wê xebatê bike û hemû hewlên rêjîmê jibo fînansekirina çalakîyên xwe yên bêaramîkirinê û pêşvebirina rojeva xwe ya xeter têk bibe," wezîr Bessent got.
Jêder:Reuters