Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka jiber Peywendîyên Rûsya û Macaristanê Ketiye Fikaran


Balyozxaneya Amerîka ya li Budapeşte îro Înê ragihand ku peywendîyên Macaristan û Rûsya fikaran çêdikin.

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban û Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Sêşemê li forumeke Pekînê kom bûn.

Orban ji şerû Rûsya û Ukrayna vir ve tekane rêberê Yekîtîya Ewrupa (YE) ku peywendîyên wî yên nêz bi Putin re hene.

Balyozê Amerîka yê li Macaristanê David Pressman dîyar kir ku Washington jiber peywendîyên Macaristan û Rûsya ketiye fikaran.

"Rêberê Macaristanê bi wî mirovî re ye ku berpirsê tawanên dijî mirovahî yên li Ukrayna ye," Pressman serê vê hefteyê li X’ê nivîsîbû û gotibû ku ew dixwaze Orban di nav hevbendên wan de bi tenê bimîne.

Macaristan, ku endama NATO ye jî, dijî gelek hewildanên YE’ê derket ku armanca wan dijî Rûsya xurtkirina berxwedana Ukrayna bû.

Ew dewlet piranîya petrola xam û gazê ji Rûsya dikire.

Orban li Pekînê ji Putin re got ku Macaristan ne dijî Rûsya ye û ew dixwazin peywendîyên bi Moskowê re xurt bikin.

Orban rexneyên Amerîka red dike û dîyar dike Washington bi awayekî dûrû tevdigere.

Peywendîyên Budapeşte û Washingtonê jiber ku Macaristanê endamtîya Swêdê ya li NATO li ba xist, ket asteke xirab.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG